Namzetiya Joe Biden ji bo serokatiya Amerîkayê fermî bû

Duh Partiya Demokrat a DYA’yê ji bo hevrikiya serok Donald Trump a di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Joe Biden wek bernamzet hilbijart. Hilbijartinên serokatiya DYA’yê di 3’yê Mijdarê de dê li dar bikevin.

Namzetiya Joe Biden ji bo serokatiya Amerîkayê fermî bû
19 tebax, 2020   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wek dihat pêşbînkirin, di roja duyemîn a konferansa nîştimanî ya Partiya Demokrat de,  piraniya endamên Partiya Demokrat ji bo cîgirê serokatiyê yê berê Joe Biden deng da.

Her du serokên berê Jimmy Carter û Bill Clinton di konferansekêê de serokê heyî Trump di demekê de ku li welat aloziya aborî û tenduristî ya xeternak heye, bi belavkirina aloziyê tawanbar kir.

(fr)