DAIŞ’ê li Nîjeryayê bi sedan welatî dîl girtin

Çavkaniyên herêmî îro daxuyand ku li bajarokekî rojhilatê Nîjeryayê çeteyên DAIŞ’ê bi sedan kes dîl girtine.

DAIŞ’ê li Nîjeryayê bi sedan welatî dîl girtin
19 tebax, 2020   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêmê ji AFP’ê re diyar kir ku şeva berê çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê Afrîkayê derbasî herêma Cocawa ya li gola Çadê bûn.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên DAIŞ’ê bi sedan kesên ku vegeriyane welatê xwe piştî du salan li kampa koçberan mane, girtin.