Şaredariyên gel xebatên xizmetguzariyê didomînin

Hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê got gelek proje hene dê di hefteya bê de pêk bînin. Şaredariya Gel a Minbicê jî dest bi xebata sererastkirina hin kolan û torên kanalîzasyonê kiriye.

Şaredariyên gel xebatên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel xebatên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel xebatên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel xebatên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel xebatên xizmetguzariyê didomînin
19 tebax, 2020   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hedefa hêsankirina kar û barên sivîlan, şaredariyên gel ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê xebatên xizmetguzariyê didomînin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Şaredariya Gel amadekariya hin xebatên xizmetguzariya şêniyan dike.

Li gorî hevserokê Şaredariya Gel Kemal Abdullah dê projeyên avê û kanalîzasyonê pêk bînin.

Her wiha şaredarî dê projeya torên avê bi dirêjahiya 325 metre ji herêma Seken Şebabî heta bi kolana Zihor ya di navbera Şêxmeqsûd Meirûf û Rojava de pêk bîne, ji ber ava ku digihîje kolana Zihor pir lawaz û kêm e.

Abdullah destnîşan kir ku dê di her hefteyekê de carekê kolanan bişon û wiha got: "Em wek şaredariya gel dê sûkên li Rojhilat û Rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dezenfekte bikin, kolanên sereke û cihên şênî lê pr bi madeya klorê bişon. Her wiha dê kolanên şaxî jî dezenfekte bikin.

Têkildarî giliyên şêniyên taxê yên li ser kanalîzasyonê de, Abdullah wiha got: "Li ser xebata pêkanîna tevahî giliyan bi lez dixebitin û dê bi derfetên heyî pêk bînin. Hin kolan hene kanalîzasyonên wê bi temamî xirab bûne, dê di çend rojên pêş de li ser bixebitin."

Şaredariya gel hewl dide çireyên li kolanên sereke û şaxî yên li her du taxan lec bike.

MINBIC

Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên Wê hin kolanên li bajar qîr dike, her wiha torên kanalîzasyonê li hundirî bajêr sererast dike.

Şaredariyê ji aliyên rojavayê bajêr ve, hundirê nexweşxaneya Firat û şîrketa kehrebeyê sererast û qîr kir. Girêdayî vê yekê hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Qasim Ebod wiha axivî: "Divê di destpêka salê de 60 hezar metre çargoşe ji projeyê bihata qîrkirin. Lê ji ber rewşên heyî û pandemiya Koronavîrusê li herêmê, hin guhartin kete xebata planê. Bi wê re jî me dest bi xebata kanalîzasyon, vekirina rêyan û sererastkirina kolanên li bajêr, kir."

Ebdo wiha domand: "Me ji xebata sala borî, kolana Mekeme, şîrketa kehrebeyê, nexweşxaneya Firatê û rêya Helebê qîr kir. Dê tenê plana îsal sererastkirina rêyan be, ji ber nirxa qîra ji îsal re kêm e."

Li ser sedema derengmayîna destpêkirina projeya sererastkiri û qîrkirina rêyên li Minbicê Ebod wiha da zanîn: "Ji ber berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li herêmê proje dereng ma û dê projeyê li gorî rewşên hewayê di meha 9 an jî 10’an de temam bikin."

Di vê havînê de şaredarî plan dike ku kolanên li bajêr sererast bike, dest bi sererastkirina têketinên sereke ji rêya Xefse ya başûrê bajêr, heta bi navendê, piştre ber bi rêya Heleb, Hezawine, rêya Cerablus, Serb, rêya Cizîrê û hin kolanên sereke yên dîtir bike. Lê tenê xebat sererast kirine, ji ber îsal qîr tune ye.

Li aliyekî din jî şardarî torên kanalîzasyonên li hin taxan çêdike, her wiha li gel şaredariyê plana avakirina pirên peyatî li ser rêya Heleb û Cizîrê hene.

(fr)

ANHA