Li Qamişloyê mazota zivistanê li şêniyan tê belavkirin

Komîteya Sotemeniyê û komîteya meclisên kantona Qamişlo dest bi belavkirina mazota zivistanê li şêniyan kir.

Li Qamişloyê mazota zivistanê li şêniyan tê belavkirin
19 tebax, 2020   12:15
QAMIŞLO

Komîteya Sotemeniyê û komînên taxan û meclisên kantona Qamişlo îro dest bi belavkirina beşa yekemîn û ya duyemîn a mazotê li şêniyên bajêr kir.  

Ji her malbatekê re 220 lître mazot di her beşekê de û bi buhayê 77 lîreyên Sûriyê hatiye diyarkirin.

Belavkirin bi rêya lênûskên malbatî yan jî  ji aliyê belgeyekê ji komînê pêk tê.

Ji rêveberên Komîteya Sotemeniyê ya Qamişlo Ebdselam Merî bang li şêniyan kir ku bi komînên taxan re alîkar bin û belgeyên pêwîst bi rê bikin da ku her malbatek mazota xwe bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ouHa_ZPM6JI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>