Piştî derbeya leşkerî serokê Maliyê istîfa kir

Serokê Maliyê Îbrahîm Bûbekir Kîta îro li ser televîzyona fermî ragihand ku ji serokatiya Maliyê istîfa kiriye.

Piştî derbeya leşkerî serokê Maliyê istîfa kir
19 tebax, 2020   09:48
NAVNEDA NÛÇEYAN

AFP’ê diyar kir ku piştî çend saetan ku serhildêran Îbrahîm Bûbekir Kîta û serokwezîrê wî di derbeya leşkerî de girtin, istîfa kir.

Kîta (75) di axaftina xwe de wiha got: "Ez di van kêliyan de dixwazim spasiya gelê Maliyê ji ber piştevaniya wê ya demeke dirêj ji min re, bikim. Her wiha istîfaya xwe ji vê kêliyê de ji tevahî erkan radigihînim û min biryar da ku Komeleya Nîştimanî û Hikumetê ji hev bibe."

Kîta daxuyand ku piştî artêş li dijî wî rabû û derbe pêk anî, tu vebijêrk ji bilî istîfakirinê nema, ji ber ew naxwaze şer çêbe.