Li kampa Waşûkanî sersariya rêxistinên mirovî didome

Li kampa Waşûkanî daxwazên Heyva Sor a Kurd bi cih nayên û ev çend meh e rêxistinên mirovî sozên xwe bi cih naynin. Ji ber ku derfetên Heyva Sor kêm in, her wiha ji bo çareseriya azarên koçberan soza pêşkêşkirina alavan dabûn.

Li kampa Waşûkanî sersariya rêxistinên mirovî didome
Li kampa Waşûkanî sersariya rêxistinên mirovî didome
Li kampa Waşûkanî sersariya rêxistinên mirovî didome
Li kampa Waşûkanî sersariya rêxistinên mirovî didome
Li kampa Waşûkanî sersariya rêxistinên mirovî didome
Li kampa Waşûkanî sersariya rêxistinên mirovî didome
19 tebax, 2020   09:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Kampa Waşûkanî 12 km dikeve rojavayê navenda bajarê Hesekê û li bajarokê Tiwênayê ye, li kampê zêdetirî 12 hezar koçber dimînin. Heyva Sor a Kurd zehmetiya tunebûna taqîgehan (laboratuor) û kesên pispor ên di rêxistinan de dikişînin.

Li navenda Heyva Sor a Kurd a li kampê odeya hundirîn, odeya jinan, zarokan, destwerdanên lezgîn, perwerdeyên tibî, şêwirên derûnî, dermanxane û pêşwaziyê hene. Rêxistinên li kampê nexweşan dişînin navenda Heyvê, ji ber pispor û ambulans tune ne.

Heyva Sor a Kurd rojane zêdetirî 9 nexweşan dişîne nexweşxaneyên Hesekê û Til Temirê, ev yek jî barê qada tenduristiyê ya navenda Heyva Sor a Kurd girantir dike.

Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd a li kampê Cîhan Amir ji ANHA’yê re axivî û got wan ji bo li kampê Koronavîrus belav nebe gelek tedbîr girtine. Ji van tedbîran çûn û hatina li kampê û kombûn qedexe kirine, lê dema pêwîstiya koçberan bi nan an jî avê hebe, dikarin derkevin.

Cîhan Amir bal kişand ser hewcedariya nuqteya wan a tibî û wiha axaftina xwe domand: "Piştî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Koronavîrus berbelav bû, pêwistiya bi taqîgehan zêde bû, ji ber rojane em zêdetirî 5 nexweşan ji kampê dişînin nexweşxaneyên Hesekê yan jî Til Temirê û li wir tehlîlên xwe çêdikin."

Hin rêxistinan beriya çend mehan soz dabû Heyva Sor ku ew ê taqîgehan pêşkêş bikin û odeyek ji bo taqîgehê amade kir, lê heta niha ev soz bi cih nehatiye û heta tu rêxistinan jî laboratuor pêşkêş nekirin.

Cîhan Amir bang li aliyên peywendîdar kir ku di demeke wiha de ku Koronavîrus li herêmê berbelav e, alîkariya kampê bikin û pêwîstiyên tibî pêşkêş bikin.

60 ENDAMÊN TENDURISTIYÊ 24 SAETAN LI KAMPÊ DIXEBITIN

Li Heyva Sor a Kurd a li kampê bi awayekî nobetdarî 60 endam dixebitin, hin ji wan dewamê îdarî dikin û li odeyan dewam dikin. Her wiha rojane 30 endam dewam dikin û ji wan deh endam li odeya perwerdeyê de dimînin û li nava kampê digerin.

Heyva Sor a Kurd ji Cotemeha 2019`an de bi rêya klînîkên gerok 24 saetan pêwîstiyên tibî ji koçberan re dabîn dikin û piştî hejmara koçberan zêde bûye, navendeke tibî ku ji gelek odeyan pêk tê, vekir.

(eh)

ANHA