Hefter bi gerînendeyê îstixbarata şer a Misirê re civiya 

Fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter bi gerînendeyê îstixbarata şer a Misirê lîwa Xalid Micawir re li baregeha giştî ya artêşa Lîbyayê civiya.

Hefter bi gerînendeyê îstixbarata şer a Misirê re civiya 
19 tebax, 2020   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nîvîsgeha çapameniyê ya artêşa Lîbyayê, Hefter bi rêya gerînendeyê Rêveberiya Îstixbarata Şer a Misirê re peymaneke girîng ji serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî wergirtiye.

Çavkaniyekî Misirê yê duh ragihandibû ku tiştên di peymana Qeter û dewleta Tirk de eşkere bûne ku perava Mesratayê ya Lîbyayê vegerîne perava Enqereyê, li ser tevahiya herêmê binpêkirin û gefek e.

Çavkaniyê misirî ji Şerq El-Ewset re got li ser vegerandina bajarê Misrata yê Lîbyayê a baregeha leşkerî ya dewleta Tirk piştî serdana wezîrên parastinê yên dewleta Tirk û Qeterê ji Terablusê re, matmayî ye. Her wiha li ser agahiyên di dezgehên çapemeniyê de têkildarî projeya vegerandina bajara Mesratayê ya Lîbayê ya baregaha leşkerî ji dewleta Tirk re şaş maye. Her wiha çavkanî destnîşan kir ku tu biryar girêdayî vê mijarê binpêkirina peymana Sixêrat û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk, Qeter û hikumeta Wîfaqê li ser dayîna pasportan ji çeteyên li Lîbyayê re erê kiriye. Ew çete dewleta Tirk û Qeter ji bo piştevaniya hikumeta Wîfaqê li Terablusê, dişîne.