Mistefa Kazimî gihaşt Washingtonê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro bi awayekî fermî serdana paytexta Amerîkayê Washingtonê kir.

Mistefa Kazimî gihaşt Washingtonê
19 tebax, 2020   08:22
NAVENA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîr Mistefa Kazimî gihaşt Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).

Mistefa Kazimî ji bo serdana DYA`yê hate vexwendin û duh tevî şandeyeke ji hikumetê Bexdayê berê xwe da DYA`yê.

Li gorî daxuyaniya berê nivîsgeha serokwezîr, Kazimî wê bi serokê Amerîkayê Donald Turmp û rayedarên Amerîkayê re bicive û der bare têkiliyên her du welatan û hevkariya di gelek qadan de wê nîqaşê bikin.

Tê payîn ku Mistefa Kazimî behsa qonaxa sêyemîn a diyalogên stratejîk a di navbera her du welatan de û têkiliyên dualî bike.

(eh)