Koçberên Efrînê debara xwe bi ava bîran dikin

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku kantona Şehbayê dagir kiribû, binesaziya wê wêran kiribû. Ji lew ra koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin neçar dimînin ku avê ji bîran bikişînin.

Koçberên Efrînê debara xwe bi ava bîran dikin
Koçberên Efrînê debara xwe bi ava bîran dikin
Koçberên Efrînê debara xwe bi ava bîran dikin
Koçberên Efrînê debara xwe bi ava bîran dikin
Koçberên Efrînê debara xwe bi ava bîran dikin
19 tebax, 2020   07:20
ŞEHBA-MEDYA HENAN

Dewleta Tirk a dagirker û bermahiyên wê ji komên terorîst û cîhadîst mîna Cehbet El-Nusra û DAIŞ’ê di 20’ê Çileya 2018’an êrişî kantona Efrînê kir. Şêniyên Efrînê neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe dan herêma Şehbayê. Li Şehbayê jî ji ber şerê di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de, binesaziyên herêmê hate wêrankirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê pêwîstiyên koçberan anîn cih. Yek ji wan jî av e ku bingeha jiyana rojane ye.

Piştî paqijkirin û dezenfektekirina ava bîran,  Şaredariya Gel plana gihandina ava bîran ji her maleke koçberên Efrînê re, bi rêxistin kir.

Li kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê nêzî 37 bîr hene, kûrbûna wan bîran nêzî 200 metre ye û pêdiviya şêniyên kantonê û koçberên Efrînê ji avê bi cih tîne.

Hevserokê  Komîteya Navendî ya Şaredariya Gel a Şehbayê Seydo Seydo îşaret bi makanîzmeya belavkirina avê li koçberên Efrîn û şêniyên kantonê kir û wiha got: "Dema em koçberî herêma Şehbayê bûn, gundên Şehbayê hema hema di encama şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên di 2014’an de, wêrankirî bûn. Me bîrên heyî paqij kirin û ava wê ji bo vexwarinê dezenfekte kir. Her wiha bi rêya sahrîcên avê û bi pereyên kêm li koçberan belav kir."

'HIKUMETA SÛRIYÊ NAHÊLE AV BIGIHÊJE KANTONA ŞEHBAYÊ'

Seydo di axaftina xwe de bal kişand ser ku komîteya Avê hin xetên avê ji nû ve sererast kir. Wekî xeta navçeya Ehdasê ku mezintirîn navçeya herêmê ye û hejmareke mezin a koçberan lê dimîne. Lê belê hikumeta Sûriyê nahêle ku av bigihêje herêmê, da ku ew jî wekî dewleta Tirk a dagirker dorpêça li ser herêmê zêde bike.

JI BO BELAVKIRINA AVÊ LI MALAN, KOMÎN DESTEKÊ DIDIN HEV

Av bi rêya komînan tê belavkirin, her şêniyek ji komîna xwe re daxwaznameya dagirtina avê pêşkêş dike. Li ser wê yekê komîteya xizmetgûzariyê ya komînê daxwaznameyê qebûl dike û dişîne komîteya avê ya navendî. Piştre av bi rêya sahrîcan tê belavkirin.

Her bermîlek avê bi 50 lîreyên Sûriyê didin koçberan, lê Komîteya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel mazot û lêçûnên dîtir dabîn dike.

Çavdêrê li ser bîrên avê yê li gundê Til Şiîr ê girêdayî navçeya Fafînê ya Şehbayê Heysem Hesen Ebdulmecîd got: "Ew bi rêya hevkariya bi komîn û xwediyên sahrîcên avê çavdêriya makanîzmeya gihandina avê ji koçberan re, dikin. Komîteya Rêvebirina Avê jî lêçûnên din ên guncaw digire ser xwe."

Ebdulmecîd diyar kir ku ew li gorî pêdiviyan di hefteyê de du caran li bîrên avê digerin da ku paqijiya avê piştrast bikin û piştre bi clorê dezenfekte dikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RUJynigqHvA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>