Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kesên din bi vîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê daneyên îro eşkere kirin û da zanîn ku 34 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 8 nexweş jî baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kesên din bi vîrusê ketin
19 tebax, 2020   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa daxuyand ku 34 kesên ku bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, ji van herêman in:

Hesekê:13

Qamişlo: 11

Dêrikê: 5

Amûdê: 4

Girkê Legê: 1

Mistefa da zanîn ku kesên bi nexweşiyê ketine 21 mêr in û 13 jî jin in.

Her wiha Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 8 kesên din baş bûne û bi vê hejmarê heta niha 36 nexweş baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 253 kes bi vîrusê ketine û 15 kes jî mirine.

(eh)

ANHA