Mijarên rojnameyên erebî – 19 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê de nivîsî, her wiha aloziya di navbera Iraq û Tirkiyê de û destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 19 Tebax
19 tebax, 2020   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: ÊRIŞÊN ASMANÎ YÊN RÛSYAYÊ LI BAKURÊ IDLIBÊ NÊZÎ SÎNORÊN SÛRIYÊ

Rojnameyê der barê geşedanên li herêma Idlibê de nivîsî: "Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên asmanî li gundewarên bakur ên Idlibê pêk anîn ku nêzî sînorên Tirkiyê li herêma Hatayê ye. Di heman demê de Tirkiyê leşkerên xwe li parêzgeha bakurê rojavayê Sûriyê zêde kirin.

Êriş şevê din dest pê kirin ta duh (sêşemê) dewam kirin, balafirên Rûsyayê zêdetirî 20 êrişan pêk anîn, li derdora bajarokê Meret El-Nûman û gundê Behr El-Şêx û derdora Herbenûş ku kampên Tehrîr El-Şam, her wiha kampên penaberan li wir hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku "Hêzên rejîmê gund û bajarokên Kensefra, Sifûhin, Elbara û Elmoza ên Cebel El-Zawiye li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin, her wiha herêmên Sehl Elxab a bakurê rojavayê Hemayê. Hêzên opozîsyona Sûriyê Tehrîr El-Şam jî bersiv dan û herêmên di bin destên rejîmê de topbaran kirin.”

EL-EREB: ZILAMÊ ERDOGAN Ê DILSOZ FIŞARÊ LI KAZIMÎ DIKE KU ÇAVÊN XWE JI ÊRIŞÊN TIRKIYÊ RE BIGIRE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyên agahdar diyar kir ku siyasetmedarê kone yê nêzî Îxwan El-Muslimîn Usama El-Nucêfî, hewl dide ku aloziya di navbera Tirkiye û Iraqê de sar bike."

Di nava aloziya heyî de, çavkaniyên siyasî diyar kir ku Usama El-Nucêfî, serokê berê yê parlemanê û niha lîderê Cebhet El-Inqaz e ku çend endamên wê li parlemanê hene, hewl dide ku aloziya di navbera Bexda û Enqereyê de sar bike.”

EL-BEYAN: EL-MISMARÎ; JI BO KU ŞER VEGUHÊZIN ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ CIVIYAN

Rojnameyê nivîsî xw: "Berdevkê fermandarê giştî yê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî got du sedemên serdana duh a wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û yê Qatarê Xalid Etiya bo paytexta Lîbyayê Terablusê hene; yekem Tirkiye hewl dide şer ji herêma rojhilatê Deryaya Spî veguhêze Lîbyayê, duyem jî hewl didin ku pevçûnên di navbera rêxistin û milîsên li Terablusê de kêm bikin, her wiha got serokê Tirkiyê Erdogan naxwaze ku şer raweste ne jî li Lîbyayê aramî çêbe, lê ew tenê demê dixwaze.”

EL-EREB: BIRYARA DOZA KUŞTINA REFÎQ EL-HERÎRÎ LIBNANÎ MATMAYÎ HIŞTIN

Rojnameyê nivîsî: "Dadgeha navneteweyî ya ji bo doza kuştina Refîq Herîrî û hevalên wî, Lubnanî matmayî hiştin, dadgehê tenê kesek ji Hizbullahê tawanbar kir, ew jî Selîm Eyaş e. Lê hin siyasetmedarên Lubnanê diyar kir ku xala girîng a biryarê ew nameya wê ya siyasî ye, dema ku dibêje kuştina Herîrî di çarçoveya nerazîbûna rejîma Sûriyê û Hizbullahê ji reftarên Herîrî de pêk hatiye.”

Tawanbarên sereke yên doza ku nêzî Hizbullahê ne, Selîm Cemîl Eyaş, Hesen Hebîn Merê, Hisên Hesen Inêsî û Esed Hesen Sebra ne, her wiha yekî din jî heye navê wî Mistefa Bedredîn e ku "li Sûriyê hatiye kuştin".