Komîteya Zimhêrê li Şehbayê keysbaziya bazirganan qedexe kir

Komîteya Zabîte û Zimhêrê ya girêdayî şaredariya herêma Efrînê hewl dide ku pêşî li keysbaziya bazriganan bigire, nexasim di vê rewşa bihabûnê û bikarnîna belavbûna şewba Koronayê li herêmê de.

Komîteya Zimhêrê li Şehbayê keysbaziya bazirganan qedexe kir
19 tebax, 2020   05:36
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Beriya 2 mehan komîteyê bi 30 bazirganên kel û pelan re civînek li dar xist û ji bo pêşîgirtina keysbaziyê û yekirina nirxan li sûkê û dikanan gelek biryar derxist.

Heke bazirgan û xwediyên dikanan biryaran pêk neynin, cara yekê tên hişyarkirin. Lê belê hek edubare bibe 10 hezar lîreyên Sûriyê didin. Di cara sêyemîn de jî 20 hezar lîreyên Sûriyê dide, heke careke din jî dubare bibe dikan tê girtin.

Odeyek ji endamên zabîteyê yên herêma Efrînê re hat avakirin û bi zabîteya li bajarê Helebê re koordîne dikin. Her wiha ji bo berdevkiya Komîteya Zabîte û Zimhêrê li 3 navçeyên (Til Rifet, Ehdas, Fafîn) 3 endam hatin diyarkirin.

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Komîteya Zabîte û Zimhêrê Yasir Şêxo wiha got: "Rewşa bihabûna li sûkan azarên şêniyan zêdetir dike. Tevî ku nirxê dolar hinekî bi îstiqarar bûye jî, lê hîna bazirgan vê yekê dikin hincet ku nirxê kel û pelên xwe bilind bikin. Ji ber ku herêm dorpêçkirî ye,  bazirgan neçar dimînin ku bi gelek rêbazan kel û pelan bi bihayên bilind bînin kantonê û keysbaziyê bikin."

Şêxo wiha domand: "Di radeya yekemîn de nirxê goşt buha ye, ji lewre em rojane li sûkann digerin da ku çavdêriya nirxên tiştan li tevahî dikanan bikin. Her wiha di  6 şaredariyan de 2 endamên komîteya çavdêriya sûkan û buhayan hatine erkdarkirin û rojane rewşa sûkan dişopînin."

Şêxo wiha diyar kir: "Heke nirxên tiştan li her dikanekê bi rengekî be, em dikarin nirxê wan li hemû dikanan bikin ye. Lê belê em nikarin li hember bilindbûna nirxê dolar buhayekî erzan li ser bazirganan ferz bikin. Ji ber ku bazirgan ji bo gihandina kel û pelan ji Helebê ber bi Şehbayê ve bacan didin."

Şêxo bang li tevahî şêniyan kir ku heke nirxê tiştan bilind bû giliyên xwe rakin Komîteya Zabîte û Zimhêrê û wiha berdewam kir: "Bi zanabûna şêniyan û hevkariya wan em dikarin pêşî li bilindbûna nirxan li sûkan bigirin."

Şêxo di dawiya axaftina xwe bang li rêxistinên mirovî kir ku li gel berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê  û derfetên kêm ên li kantonê, bi erkên xwe li beramberî koçberên Efrînê rabin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i02VrCmgYT4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>