Dewleta Tirk û Qeter dê pasportên Lîbyayê bidin çeteyan

Hin çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk û Qeter bi hikumeta Wîfaqê re li ser dana pasportên Lîbyayê ji çeteyên ku şer bi hikumeta Sîrac re dikin, li hev kir.

Dewleta Tirk û Qeter dê pasportên Lîbyayê bidin çeteyan
19 tebax, 2020   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ji Wîfaqê ji tora El-Erebiya Net re got lihevkirin di navbera dewleta Tirk û Qeterê û hikumeta Wîfaqê de ji bo dana pasportên Lîbyayê  ji çeteyên Sûriye, Somalî û Tunisê re pêk hatiye.

Aliyan di civîna sêalî de li hev kir ku hemû çeteyan tev li hêzên Wîfaqê bikin û ji aliyê dewleta Tirk ve werin birêvebirin û li baregeha Wetiyayê û li balafirgeha Terablusê ya navdewletî û bi alîgiriya madî ji Qeterê, werin perwerdekirin.

Ev çete dê bi erka parastina navend û baregehên hêzên hikumeta Wîfaqê rabin.