ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2020`AN
18 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Esed Ebdulezîzî El-Elî yê li Dêrazorê şehîd bû, li goristina Şehîdan a navçeya Til Hemîsê tê veşartin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê bang li hemû partiyên Kurdî kirin ku di zûtirîn dem de yekitiya Kurdî ragihînin, da ku pêşî li xeteriya Tirkiyê bigirin. Şêniyan got: "Helwestên dawîn ên hikumeta Herêma Kurdisatnê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan rewa dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku ji ber planên dewleta Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê di xeteriyeke rasteqîn de. Siko got: "Tevî bertekên gel ên li dijî êrişên dagirkeriyê, hikumeta Başûrê Kurdistanê hîna bêdeng e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji Vîetnamê heta Enfalê, ji Dêrsimê heta Rojava şerê taybet ê li dijî jinan (tacîz, tecawiz, qirkirin û komkujî) wek deqeke reş di dîrokê de cihê xwe digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (İHD) Eren Keskîn got: “Hevkariya AKP-dewleta kûr, Hevpeymana Stenbolê li hember polîtîkayên xwe weke xeteriyekî dibîne. Em di pêvajoyek ku tundiya li dijî jinê bi destê dewletê tê rewakirin de dijîn. Hewl didin civakê bi tundî û tirsandinê birêve bibin. Ji ber vê yekê desthilatdarî hevpeymanek ku tundiyê lêpirsîn dike ji xwe re xeter dibîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên kanton Efrînê ragihandin ku ew ê têkoşîna li dijî faşîmza dewleta Tirk mezin bikin. Ciwana piştgirî dane pêngava "Em ê teqez bi serkevin" û pêngav wekî amûra pêkanîna serkeftinê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Zabîte û Zimhêrê ya girêdayî şaredariya herêma Efrînê dixebite ku bazirganên li Şehbayê bihayan, li gel bihabûna mezin û derfetgirtina berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li kantonê, keysbaz nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên DAIŞ`ê dema ku kantona Şehbayê dagir kiribûn, binesaziya wê wêran kiribûn. Ji lewra koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin neçar dimînin ku avê ji bîran bikişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û rêxistinên mirovî xwestin ku bi awayekî lez alîkariyan û pêdiviyên tenduristiyê pêşkêşî gelên herêmê bikin, da ku rê li kerasteke mirovî bê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA