​​​​​​​'Divê alîkarî bên pêşkêşkirin û rê li kerasteke mirovî bê girtin'             

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û rêxistinên mirovî xwestin ku bi awayekî lez alîkariyan û pêdiviyên tenduristiyê pêşkêşî gelên herêmê bikin, da ku rê li kerasteke mirovî bê girtin.

​​​​​​​'Divê alîkarî bên pêşkêşkirin û rê li kerasteke mirovî bê girtin'             
19 tebax, 2020   05:12
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHMÎ

Tevî tedbîrên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, lê şewba Koronavîrusê (Covid-19) ya pandemîk belav dibe. Li gorî desteyê heta 18`ê Tebaxê hejmara nexweşên vîrusê li herêmê gihîşt 219`an û 15 kesan jî jiyana xwe ji dest da. Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî duh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li her du taxan 6 kes bi Koronvîrusê ketine.

 Şêniyên herêmê der barê belavbûna bi lez a şewbê de bi fikar in, nexasim ku ji beriya gelek salan ve herêm dorpêçkirî ye. Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê bi berpirsyariyên xwe yên li hemberî şêniyên herêmê ranebûye.

Yek ji şêniyên navçeya Tirbespiyê Mihemed Abdullah Mihemed destnîşan kir ku tevî tedbîrên li dijî Koronavîrusê hatine girtin jî, şewb li herêmê hîna belav dibe û got: "Aliyên tenduristî bi hemû rêbaz û derfetên xwe hewl didin rê li pêşiya belavbûna vîrusê bigirin. Lê belê li herêmê derfetên tenduristiyê kêm in."

Mihemed Abdullah Mihemed bang li WHO`yê û rêxistinên mirovî kir ku bi lez alîkariyan û pêdiviyên tenduristiyê pêşkêşî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, da ku rê li kerasteke mirovî bê girtin.

Ehlam Hemza Mûrad jî bang li rêxistina UNICEF kir ku bi rola xwe ya mirovî li hemberî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabe û wiha got: "Her kes dizane ku herêm ji beriya çend salan ve hatiye dorpêçkirin û pêdiviyên tenduristiyê kêm in."

Ehlam Mûrad destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû derfetên xwe ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê bi kar tînin, lê tevî vê yekê jî vîrus hîna belev dibe. Ehlam wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hemû dewlet û rêxistin alîkariyan pêşkêş bikin û rê li pêşiya vê şewba ku jiyana şêniyan dixe xeteriyê, bigirin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/93Ycs5zsFWk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>