Piştî derbeyên Rûsyayê, sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk li Idlibê

Li Idlibê şerê hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk didome. Dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî yên nû şandin herêma Idlibê.

Piştî derbeyên Rûsyayê, sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk li Idlibê
19 tebax, 2020   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku hêzên hikumeta Sûriyê bejahiya başûrê Idlibê topbaran kir, her wiha topbaran li herêmên Fitêra, Kensefra, Sifohin, Filêfil, Rifwêha û Bênîn pêk hatin.

Li gorî SOHR’ê li eniyên şer ên çiyayê Zawiyê, topbaranên dualî yên hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk bi çekên sivik û giran pêk hatin, lê tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketin.

Girêdayî mijarê, gelek karwanên girêdayî dewleta Tirk a dagirker derbasî herêmê bûn, di 24 saetan de zêdetirî 7 karwanên leşkerî derbas bûn, tê de 450 alavên leşkerî ji panzêr, loder û alavên lojîstîk hebûn û li nuqteyên dagirkeriyê yên li herêmê belav bûn.

Hejmara alavên leşkerî yên dewleta Tirk ku ji dema agirebestê ve derbasî xaka Sûriyê bûne, 5 hezar û 825 e û bi hezaran leşker.

(fr)