Çeteyên DAIŞ'ê beriya 6 salan 1700 kes ji eşîreya Şiêtat qetil kirin

Çeteyên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de komkujiyeke li dijî eşîreya Şiêtat pêk anî, xelkên wê qetil kirin û jinên wan sirgûn kirin. Ji bo rê li pêşiya komkujiyên mîna vê komkujiyê were girtin, eşîreyê xwe bi rêxistin kir.

Çeteyên DAIŞ'ê beriya 6 salan 1700 kes ji eşîreya Şiêtat qetil kirin
16 tebax, 2020   00:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê Tebaxa 2014'an li gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê komkujiyeke li dijî eşîreya Şiêtat pêk anî. Ev komkujî ya herî hovane di dîroka eşîreyên Ereb ên Sûriyê de tê naskirin. Ji ber eşîreyê hebûna çeteyan li herêmê red kirin çeteyên DAIŞ'ê komkujî li dijî wan pêk anî.

Eşîreya Şiêta yek ji eşîreyên qebîleya Igêdat e, li rexê bakurê çemê Firatê yê gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê bi cih bûne. Li gorî serjimariya hikumeta Sûriyê ya sala 2010'an hejmara şêniyên ji vê eşîreyê zêdeyî sed hezar bû.

Eşîraya Şiêtat ji eşîreyên yekemîn e ku beşdarî tevgera aştiyane ya Sûriyê ya sala 2011'an ya ku banga guhertina rejîmê kir bû.

Çeteyên DAIŞ'ê di 12'ê Tîrmeha 2014'an de, ji deverên bakur û bakurê rojhilatê Dêrazorê êrişî gundewarê rojhilatê Dêrazorê cihê ku eşîreya Şiêtat lê bi cih dibin, kirin. Gundên Ebû Heman, Keşkiyê, Xiranîc, Ebû Herdûb heta bajarokê Behrayê kirin hedef.

Eşîreya Şiêtat bersiva êrişan dan û nehiştin ku çete derbasî herêmên wan bibin. Çeteyên ku li hemberî bersivdana eşîreyê têk çûn, teqwiyeke zêde ku çeteyên biyanî jî di nav de hebûn şandin û bi serkêşiya wan jî çeteyê bi navê Ebû Umer El-Şîşanî dikir, di 8'ê Tebaxê 2014'an careke din dest bi êrişan kirin û komkujiyek li dijî eşîreyê pêk anî.

Di vê komkujiyê de zêdeyî hezar û 700 kes, jin, zilam, zarok û ciwan hatin qetilkirin û zêdeyî hezar kes winda bûn û hatin revandin. Yên mayî jî ber herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û xaka Iraqê ve koçber bûn.

Komkujî û dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê li herêmê li pêşberî çavên rejîmê Sûriyê pêk hat. Eşîra Şiêtat bi çekên xwe yên sivik li pêşberî çeteyên DAIŞ'ê rû bi rû man.

Têkildarî komkujiyê, şêx û rûspiyê eşîra Şiêtat li gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê Nasir Teram El-Xelef di derbarê komkujiyê de ji ANHA'yê re axivî û got: "Komkjî buyereke bi êş bû ku di nava bêdengiya rejîm, koalîsyon û eşîreyên Ereb ên derdora me de pêk hat. Gelek kes hatin qetilkirin. Yên mabûn jî bi navê fetweyên DAIŞ'ê koçber bûn. Feteweya ku çeteyan derxistibûn ji 5 bendan pêk hat, ku li gorî hemû xelkê eşîreyê werin kuştin û jin werin koçberkirin û erdên wan ên çandinî û milkên eşîreyan werin desteserkirin, her wiha kesên bi temen werin serjêkirin, şêx û rûspî û şervanên ji eşîreyê infaz kirin.

Rexma kuştin, serjêkirin, sebîkirin û koçberkirin, eşîre ji bo tolhildana xwe û rizgarkirina xaka xwe ji çeteyên DAIŞ'ê xwe bi rêxistin kirin.

Ciwanên êşîreyê hêzên xwe yên leşkerî ava kirin û di nava Yekitiyên Parastina Gel (YPG), piştre Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ya ku 10'ê Cotmeha 2015'an hate avakirin cih girtin.

Şervanên QSD'ê yê ji eşîreya Şiêtat Elî El-Nasir û Rîfaî Kamil Umer sedema tevlêbûna xwe ya nava QSD'ê diyar kir û got, ew ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji DAIŞ'ê û li hember hêzên hikumeta Sûriyê xwe parastin cihê xwe di nava QSD'ê de girtin.

Ji fermadarê focên leşkerî yên QSD'ê yê ji eşîreya Şiêtat a herêma Hecînê Feysel Yasîn Elî El-Umer destnîşan kir ku piştî koçberiya ji herêmê û di encamê koordîneya di navbera ciwanên eşîreyê de gihaştin ku tev li hêzên leşkerî bibin da ku herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.

Ciwanên eşîreya Şiêtat ên di nava QSD'ê de beşdarî rizgarkirina gelek deverên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê, "Tebqa, Minbic, Reqa, gundewarê bakur û rojavayê Dêrazorê" bûn.

Her wiha roleke mezin di têkbirina DAIŞ'ê li baregeha wî ya dawî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de (Ji bajarokê Hecîn heta bajarokê Sûsê û Şifaa û Baxozê) bûn,  ku di 23'yê Adara 2019'an de serkeftina li dijî DAIŞ'ê li Baxozê hate ragihandin.

Li ser mijarê fermandar Feysel Yasîn Elî El-Umer diyar kir ku ew tev li QSD' bû, ji ber pirensîbên wê yên mirovî yên ku ji bo şer dike, cûdabûna pêkhateyên di nav de. Her wiha destnîşan kir ku ew beşdarî piraniya pêngavên li dijî DAIŞ'ê bûn, heta gihaştin Dêrazorê û rizgar kirin.

Li kêleka rêxistina leşkerî jî, şêx û rûspiyên eşîreya Şiêtat bi beşdarbûna eşîreyên din xwe di nava eşîreyên li herêmên Rêveberiya Xweser de bi rêxistin kirin. Roleke mezin di vegera şêniyan li warê xwe yên rizgarkirî de lîstin, her wiha bi rêya rêveberiyê pêwîstiyên koçberan bi cih anîn û tecrûbeya li herêmên tê jiyîn bi wan da nasîn.

Şêx û rûspiyê eşîreya Şiêtat ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Nasir Teram di berdewama axaftina xwe de got:  "Ji bo senaryoyên kevin dîsa dûbare nebin, bi hevkariya meclisên bajarê  xwe bi rêxisitin kirin. Ciwanên me tev li Hêzên Sûriya Demokratîk bûn, da ku herêm di aliyê sivîl û leşkerî de bi rêxistin bibe û komkujiya Tebaxa 2014'an dûbare nebe."

Piştî rizgarkirinê, şêx û rûspiyan bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Meclisa Sûriya Demokratîk dest bi rêxistinkirina şêniyan di nava meclis û komînan de kirine.

Eşîreya Şiêtat bi eşîreyên herêma Bûkemal xwe di nava Meclisa Eşîreyên herêma Bûkemal û Cizîrê de birêxistin kirine. Ev rêxistinbûyîn ji bo xurtkirina hevgirtina eşîreyan, yekkirina xîtaba siyasî û civakî ye ku ji êrişên li ser herêmê re bibe bersiv.

El-Xelef bal kişand ku ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê ji eşîreyên Ereb tê xwestin ku refên xwe bikin yek û kedeke hevpar bimeşînin û sûdê ji tecrûbeyên ku di ser eşîreya Şiêtat re derbas bûye bigirin da ku nehêlin aliyên derve bi ewlehî û aramiya herêmê bilîzin û nehêlin komkujiyên li dijî şêniyên herêmê dîsa dûbare bibin. El-Xelef diyar kir ku birîna her welatiyekî Sûrî birîna tevahî Sûriyan e.

Di aliyê leşkerî de jî piştî rizgarkirinê, ciwanên eşîreyê xwe di nava kom û tabûrên girêdayî QSD'ê de bi rêxistin kirin ku li herêmên eşîr li hene, ji bajarokê Ebû Hemam, heta Ebû Herdûbê yê gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê belav dibin.

Fermandar Feysel Yasîn Elî El-Umer diyar kir ku ev ji bo rê li ber komkujiyên mîna ya sala 2014'an were girtin ev rêxistinbûyîn pêk hat.

Herêmên ku eşîra Şiêtat lê bi cih bûne ji ber rêxistibûyînê ewle û aram in. Lê hin alî mîna şaneyên DAIŞ û rejîma Sûriyê hewl didin ewlehiya herêmê xirab bikin. Ji van hewldanan qetilkirina fermandar Şaban El-Mûat di 6'ê Tebaxa heyî de ji aliyê komên çete ve.

ANHA