Baregeh û karwanekî hêzên biyanî li Iraqê hatin hedefkirin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê şemiyê ragihand ku di rojekê de 2 moşek li baregeha Tacî ya bakurê Bexdayê ketine.

Baregeh û karwanekî hêzên biyanî li Iraqê hatin hedefkirin
15 tebax, 2020   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê bi daxuyaniyeke ku Alsumaria News belav kiriye, wiha got: "2 moşekên ji cureya Katyoşa li baregeha Tacî ya bakurê Bexdayê, ketine. Hate gotin ku moşek ji herêma Raşidiyê hatine avêtin.

Çavkaniyekî ewlehiyê şemiyê ragihand ku moşeke Katyoşa li nêzî baregeha Tacî ya bakurê baytextê ketiye.

 Di heman derbarê de çavkaniyekî ewlekariyê ragihand ku mayîne bi karwanekî lojîstîk ê Koalîsyona Navneteweyî de li Nasiriyê teqiyaye.

Çavkanî ji Alsumaria News re wiha got: "Îro êvarê, karwanekî lojîstîk ê koalîsyonê li ser rêya Nasiriyê bi mayînekê hate hedefkiriin. Bêyî ku wendahî yan birîndar çêbibin."

(cx)