Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn

Şêniyên gundewarê Dêrazorê, bi merasîmekê qurbaniyên komkujiya Şiêtat bi bîr anîn.

Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiya Şiêtat hatin bibîranîn
15 tebax, 2020   19:50
DÊRAZOR

Bi boneya salvgera 6'emîn a komkujiya Şiêtat a ku çeteyên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de li dijî êşîreya Şiêtatê ya gundewarê Dêrazorê pêk anîbûn û di encamê de zêdeyî hezar û 300 kes bûn qurbanî û 400 jî winda bûn, merasîmek bîranîn hate lidarxistin.

Bi sedan şênî, kesên ji eşîreya Şiêtat û eşîreyên din ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê, nûnerên QSD û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD'ê dest pê kir.

Ji rûspiyên êla Şiêtat, Ebdulrehman Ebû Fadî axivî û got: "Di salvegera şeşemîn a komkujiya Şiêtat de, em lehengên xwe yên ji bo gund, zarok û gelê xwe canê xwe dane û ji cîhanê re îsbat kirine ku zilmê li ser xwe qebûl nakin, bi bîr tînin.

Di merasîmê de, ji fermandarên QSD'ê Muhezem El-Edhem û Engîn Mihemed jî axivîn û soz dan ku ew ê şerê li dijî zilmê û kesên hewl didin aramiya herêmê têk bibin bidomînin.

Hevserokê Mecilsa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Beşîr El-Xalid bal kişand ser destekdayîna dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ' re û got: "Îro em bûyera bi êş û sekana ciwanên eşîreya Şiêtat a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi bîr tînin. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku ev komkujî  pêk anîn, desteka xwe ya dirvanî û çekdarî ji Tirkiyê digire, Tirkiyê sînorê xwe ji çeteyan re vekir û ew derbasî herêmê kir da ku komkujiyan pêk bînin. Lê vîna eşîreyê lewaz nebû, ciwanên eşîreyê soza tolhildanê dan û tevî li QSD'ê bûn û herêm ji çeteyan rizgar kirin."

ANHA