​​​​​​​Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê : 78 kesên din bi vîrusê ketin, 2 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro ragihand ku 78 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê : 78 kesên din bi vîrusê ketin, 2 jî mirin
15 tebax, 2020   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî wezaretê, îro 78 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan  dighêje hezar 593`an.

Wezaretê her wiha got 2 nexweşan jiyana xwe ji dest daye û hejmara miriyan bûye 60.

(cx)