Navendeke şaxî ya Meclisa Navçeya Şêrawayê hate vekirin

Meclisa Navçeya Şêrawa ji bo 6 gundên girêdayî wê navendek vekir.

Navendeke şaxî ya Meclisa Navçeya Şêrawayê hate vekirin
Navendeke şaxî ya Meclisa Navçeya Şêrawayê hate vekirin
Navendeke şaxî ya Meclisa Navçeya Şêrawayê hate vekirin
Navendeke şaxî ya Meclisa Navçeya Şêrawayê hate vekirin
Navendeke şaxî ya Meclisa Navçeya Şêrawayê hate vekirin
17 tîrmeh, 2020   16:52
ŞEHBA

Meclisa Navçeya Şêrawayê ji bo 6 gundên dorpêçkirî yên girêdayê wê "Burc Qas, Başimra, Kilutiyê, Zewq El-Kebîr, Meyasê û Zirneîtê" navend vekir.

Navend bi armanca birêxistinkirin şêniyan û çareserkirina pirsgirêkên wan li gundê Burc Qasê bi merasîmekê hate vekirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Xêro Îbrahîm axivî û bal kişand ser girîngiya vekirina navenda meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û peydakirina pêdiviyan ji şêniyên gund.

Îbrahîm got: "Meclis hate vekirin da ku xizmeta şêniyên navçeya Şêrewa ya ku ji 2 sal û nîvan ve dorpêçkirî ye, bike. Meclis wê bibe cihê lihevcivîna gel da ku rihê welatparêziyê xurt bike û pirgirêkên xwe li wir çareser bikin. "

Endama Kongreya Star a kantona Efrînê Zeyneb Seydo jî bang li jinan kir ku cihê xwe di meclisê de bigirin û wiha bi lêv kir: " Ji niha û pê ve divê hemû jinên navçeyê berê xwe bidin navenda meclisê û cihê xwe tê de bigirin û perwerde bibin da ku xizmetguzariya xwe û civakê bikin". 

Piştî axaftinan, deriyê navendê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên gelerî yên efrînî bi dawî bû.

(rm)

ANHA