Lîlwa El-Abdullah: Li ser banga rûspiyan me dest bi pêngavê kir

Berdevka Meclisa Leşkerî a Dêrazorê Lîlwa El-Abdullah diyar kir ku qonaxa duyemîn a Pêngava "Tunekirina Terorê" li ser banga rûspiyên herêmê dest pê hatiye destpêkirin û dê herêm û gundên nêzî aliyê Rojhilatê ava Firatê ya Bakur û Rojhilatê Dêrazorê bigire nava xwe.

Lîlwa El-Abdullah: Li ser banga rûspiyan me dest bi pêngavê kir
Lîlwa El-Abdullah: Li ser banga rûspiyan me dest bi pêngavê kir
Lîlwa El-Abdullah: Li ser banga rûspiyan me dest bi pêngavê kir
17 tîrmeh, 2020   13:42
DÊRAZORÊ

Vê sibê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Tunekirina Terorê` ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li aliyê rojhilatê çemê Firatê dest pê kir.

Qonaxa duyemîn berdewamiya qonaxa yekemîn a  Pêngava "Tunekirina Terorê" ye, ya ku QSD'ê di 4'ê Hezîrana derbasbûyî de dabû destpêkirin.

ꞌQONAXA DUYEMÎN A PÊNGAVÊ LI SER BANGA RÛSPIYÊN EŞÎRÊN HERÊMÊ DEST PÊ KIRꞌ

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji Lîlwa El-Abdullah ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku qonaxa duyemîn a pêngava Tunekirina Terorê li ser banga rûspiyên eşîrên herêmê dest pê kir, da ku herêm ji bermahiyên DAIŞ`ê werin paqijkirin û ewlehî pêk were.

Lîlwa El- Abdullah destnîşan kir ku bi hezaran şervanên QSD, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê beşdarî pêngavê bûne û wiha domand:

"Piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ku li çola Dêrazorê ya li hemberî çemê Xabûrê heta sînorê Iraqê hatibû destpêkirin, şaneyên DAIŞ`ê li herêmê çalakiyên xwe xwe zêde kirin, li ser vê yekê wan qonaxa duyemîn da destpêkirin da ku hucreyên veşartî yên DAIŞ'ê tune bikin."

(eh)

ANHA