Artêşa Tirk a dagirker li Şirnexê dest bi operasyonekê kir

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Basan a Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Artêşa Tirk a dagirker li Şirnexê dest bi operasyonekê kir
17 tîrmeh, 2020   15:19
NAVENDA  NÛÇEYAN

Li devera li pêşberî Qesra Elo Dîno ya li ser rêya Gasan bi tevlîbûna gelek leşker û wesayîtên zirxî operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.

Beriya operasyonê qepaxên Bendava Ilisû hate vekirin û asta ava Çemê Dîcle bilind bû, hate ragihandin ku duh di saetên şevê de tevgera balafirên keşfê yên bêmirov jî hetbûn.

Çavkanî: ANF