Li Kobanê pirsgirêka erebeyên tîcarî didome  

Li Kobanê erebe bi awayekî nerêxistinkirî kom dibin, ji ber vê yekê jî li Çerxerêya Selam a li bakurê bajêr gelek pirsgirêk çêdibin. Çareseriyên ku berê hatibûn nîqaşkirin, bê kêr bûn.

Li Kobanê pirsgirêka erebeyên tîcarî didome  
Li Kobanê pirsgirêka erebeyên tîcarî didome  
Li Kobanê pirsgirêka erebeyên tîcarî didome  
Li Kobanê pirsgirêka erebeyên tîcarî didome  
17 tîrmeh, 2020   09:06
KOBANÊ-SAMIR OSMAN-OMER MIHEMED

Bajarê Kobanê her ku diçe bi pêş dikeve û hejmara niştecihan lê zêde dibe, lê hê jî rawestgeha erebeyên giştî (taksî) yên kirê ku bê ser û ber e, dibe sedema gelek pirsgirêk û qezayan. Li rex wê jî ji xwediyên dikanên derdorê re dibin astengî.

Dikandar ji ber kombûna erebeyên pickup, taksiyên kirê û alavên din li pêşiya dikanên wan gazincan dikin. Ji ber karê wan asteng dikin û dibe sedema qerebalix û qezayan.

Di vê derbarê de yek ji şêniyên bajarê Kobanê ê bi navê Mihemed Mislim wiha axivî: "Awayê ku erebe pê disekinin ne hêjayî bajarê me ye û ev yek çûn û hatinê asteng dike. Em nikarin bi hêsanî di wê derê re derbas bin."

Mislim wiha domand: "Em bi hêvî ne ku çareseriyek ji vê yekê re bê dîtin da ku û cihek ji sekinandina wan erebeyan re bibînin ku bajarê me xweşik û birêxistinkirî bibe. Eger kesek serdana bajêr bike, wê texmîn bike ew ketiye nav bazareke otombêlan, ji ber ku çerxerêya ku otombêl lê disekinin, dikeve navbera yekane geraca li bajêr û mezintirîn sûka sebzeyan.”

Gerînendeyê geraca Kobanê Berkel Hebeş ji ANHA’yê re wiha daxuyand: "Awayê sekinîna otombêlan ne şaristanî ye û rê li pêşiya dikanan digire û tevî ku derbasbûna di deriyê geraca sereke ji bajêr re zehmet dike."

Hebeş wiha diyar kir: "Me gelek belavok bi erêkirina Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Meclisa kantona Kobanê û hemû saziyên trafîkê li ser qedexeya sekinandina otombêlan li wê cihî, belav kirin lê ew bê encam derket."

Di demekê de ku tê de bajar ji hemû aliyan ve bi pêş dikeve, lê ev pirsgirêk dibin astengî li pêşiya xweşikbûna bajêr.

Heya niha jî tu aliyên eleqedar tu tedbîr di vê derbarê de negirtine û belavokên ku hatine belavkirin pêk nehatin,  ji ber ku ajokar israr dikin ku li cihê xwe bimînin. 

Her wiha Şaredariya Gel sala borî cihekî taybet ji sekinandina otombêlan re li aliyê rojavayê geracê çêkir, lê ajokaran ew tişt red kir û daxwaz kir ku deriyê geracê ji rojhilat biguherînin aliyê rojava.

Tevî van hemû pirsgirêkan jî ajokar hê jî bê ruxset di nava herêmên Bakur û Rojavayê Sûriyê de kar dikin û bê qutkirina kartên veguhastina şêniyan.

ANHA