Morîtanyayê hewldana revandina 1,4 milyon dolarî bi rêya keştiyeke Tirkiyê têk bir

Hêzên ewlekariyê yên Morîtanyayê hewldana revandina dolaran bi keştiyeke Tirkiyê têk bir.

Morîtanyayê hewldana revandina 1,4 milyon dolarî bi rêya keştiyeke Tirkiyê têk bir
17 tîrmeh, 2020   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên fermî yên Morîtanyayê ji Sehra Medya re diyar kir ku yekîneyekê ji peravên Morîtanyayê derdora 1,4 milyon dolarê amerîkî ku di keştiyeke Tirkiyê ya li deryaya Morîtanyayê de veşartî bû, desteser kir û kaptanê wê girt.

Ajansa nûçeyan a Morîtanyayê parve kir ku keştiya Tirkiyê ku navê Mamulî Îsmaîl Reîs rakiribû, dixwest ji deryaya Morîtanyayê bar bike û ber bi Tirkiyê ve biçe.

Ajansê da zanîn ku piştî parêzvanên perava Morîtanyayê agahiyên hebûna pereyan di keştiyê de bi dest xistin, hewldana revandinê têk bir.

Hêzên ewlehiyê yên Morîtanyayê kaptanê keştiyê ku bi eslê xwe Tirk e, girt û niha di lêpirsînê de ye.

(eh)