KPC-D: Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiya têkoşîna civak û gelan dike

Mamosteyên KPC-D’ê yên kantona Şehbayê piştrast kir ku şoreşa Rojava nûnertiya berxwedan, têkoşîna civak û gelan dike.

KPC-D: Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiya têkoşîna civak û gelan dike
17 tîrmeh, 2020   09:26
ŞEHBA

Bi rasthatina salvegera şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê re, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) daxuyaniyek da.

Mamoste li pêş Dibistana Şehîd Hac Adil a seretayî ya li bajarokê Fafîn ê kantona Şehbayê kom bûn û beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama rêveber a Bibistana Babinis Henîfe Beyrem daxuyanî bi zimanê erebî û endama rêveber a KPC-D’ê Sebah Cirnas bi zimanî kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Şoreşa 19’ê Tîrmehê, bingeha wê serhildana 2004’an e, her wiha wê guhartin û veguherîneke mezin çêkir. Ev şoreş jî nûnertiya berxwedan, têkoşîna civak û gelan dike. Êdî bûye sîwana yekitiya gelan û pêşengiya bihara azadiyê.

Êdî bi saya hêza wê ku xwe dispêre felsefeya rêber Abdullah Ocalan, bûye şoreşa civakî, siyasî, perwerdeyî û leşkerî û hêmaneke bingehîn li Rojhilata Navîn e. Her wiha cihekî taybet di hevsengiya cîhanî de ku bêyî wê aloziya Sûriyê û herêmê çareser nabe, girt.

Şoreşa Rojava nimûneyeke bêhempa di dîrokê de ye, vê şoreşê ku ji Kobanê dest pê kiriye û xeternaktirîn hêza terorîst li cîhanê bi navê DAIŞ’ê têk bir, bû binyada çareya krîza Sûriyê ya ji deh salan ve bi girêk e.

Em ê asta têkoşînê ku ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê girtiye, heta serkeftinê, bilind bikin.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NXHN6kwAOQY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>