Rojeva rojnameyên erebî – 8 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa hundirîn a hikumeta Sûriyê, berjewendiyên Tirkiyê li herêmê û rewşa Lubnanê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 8 Tîrmeh
8 tîrmeh, 2020   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET:SUÎQASTÊN VEŞARTÎ LI SÛRIYÊ, KESÊN NÊZÎ MAHIR ESED HEDEF DIGIRIN

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di du hefteyên borî de, 8 leşker di rewşên nixumandî de hatin kuştin, yê dawiyê jî ragihandina kuştina rêveberê milîsa girêdayî Firqeya 4’an a hêzên rejîmê Nîzar Zêdan bû. Her 5’ên ku hatin kuştin di asta serbaziyê de bûn, hin ji wan li pêş mal an jî buroyên xwe bi guleyan hatin tesfiyekirin. Her wiha 4 suîqast li Şam û gundewarên wê pêk hatin."

Şemiya borî jî serbaz Elî Canpolat hevrêyî fermandarê Firqeya 4’an Mahir Esed bû ku bi sekvaniyê li pêşa mal wî li Yaforê hat kuştin. Her wiha serokê şaxê istîxbarata asîmanî ya herêma rojhilat serbaz Cîhad Zeel tevî hejmarek kesên pê re bi hedefgirtina erebeya wî li ser rêya Dêrazor-Şamê hatin kuştin, ew jî nêzî Pasdarên Îranê ye.

EL-EREB: NEXŞERÊYA TIRKIYÊ ARMANCÊN ENQERE LI IRAQÊ BELGE DIKE

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Armancên Tirkiyê li ser xaka Iraqê bi nexşerêya ku Enqere belav kir, diyar bûn. Di nexşerêyê de bihckirina artêşa Tirk û belavbûna wê li herêmên bakur Iraqê bi şêwazê kempereke ewlehiyê diyar dibe, ew jî mîna yên ku Tirkiyê di hundirê xaka Sûriyê de ava kiriye û bi tewanên ku şervanên kurd dorpêç bike ew dagir kirin, her wiha niha jî û red dike jê vekişe."

Der barê belavkirina serokkomarê Tirkiyê ji nexşerêyê re ku serweriya Iraqê binpê dike, Parlementerê Tirkiyê yê mûxalif Eytûn Tişîray hişyarî ji vê pêngavê re da û wiha got: "Belavkirina nexşerêya parçekirina Iraqê rewabûnê dide aliyên fermî di dewletên din de ku nexşerêyên weke ya Tirkiyê belav bike,  her wiha destnîşan kir ku nexşerê rastî helwestên Trikiyê yên dijber yên li ser  girêdanên wê bi xaka Iraqê ve, tê.

EL-BEYAN: LUBNAN LI PÊŞIYA IDIYAYÊN ŞERÊ HIZBULLAH BI AMERÎKAYÊ RE YE

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsand: "Tê zanîn ku DYA’yê li hember Îranê ye û gav bi paş ve navêje. Her wiha ev sekna li hember Îranê bi fişarkirina li Hizbullah heta beriya hilbijartinên serokartiya Amerîkayê nasekine. Her wiha hin agahî hene jî ku Washington di dorpêçkirina çembera aborî li Lubnanê de berdewam e, ji ber Amerîka texmîn dike ku hikumeta Lubnanê bi dizî alîkariya Hizbullah dike."

(fr-bx)