Hefter: Dê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Lîbyayê derxînin

Fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter şeva berê daxuyand ku dê artêş dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî ji Lîbyayê derxîne.

Hefter: Dê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Lîbyayê derxînin
8 tîrmeh, 2020   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hefter di şahiya bidawîkirina perwerdeya beşeke nû ji serbazên Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê de wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker gefan li yekitiya Lîbya û aramiya herêmê dixwe."

Her wiha dewleta Tirk bi rêya leşkerî dest tê werda Lîbyayê û li gel hikumeta Wîfaqê ya ku serweriyê li Terablusê dike, sekinî.

Fermandarê artêşê hişyar kir ku Tirkiyê hewl dide serweriya li ser dewlemendiyên li welat bike û bal kişand ser ku artêş nahêle ev rewş bibe derfet ku çekan û çeteyan bîne.

Fermandarê lîbyayî soz da ku dê têkoşîna li dijî êrişên Tirkiyê li Lîbyayê bidomîne û bi rêgezên nîştimanî ve girêdayî be û dewleta Tirk a dagirker ji Lîbyayê derxîne.

Hefter ragihand ku dê xebata avakirina hêzên çekdar ji bo parastina welat ji dewleta Tirk a dagirker berdewam bike.

Beriya çenda rojan, Enqere û hikumeta Wîfaqê peymaneke leşkerî îmze kir û artêşa Lîbyayê jî da zanîn ku binpêkirina serweriya welat e.

(fr)