Rûsya û Çînê mekanîzmaya alîkariya ji Sûriyê re veto kir

Duh Rûsya û Çînê veto li dijî projeya biryara dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyê bi rêya sînor ji Sûriyê re bi dema salekê di dergehên sînorê Tirkiyê re red kir û tu nîqaş der barê dergeha Til Koçber/Yeirûbiyê de ya bi Iraqê re nehatin kirin.

Rûsya û Çînê mekanîzmaya alîkariya ji Sûriyê re veto kir
8 tîrmeh, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Projeya biryarê ya ku Almanya û Belçîkayê pêşkêş kiriye ku di aliyê mirovî yê dosyaya Sûriyê li NY’yê de hatin erkdarkirin, tê de hat xwestin ku saleke din anku heta 10’ê Tîrmeha 2021’an mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê re bê dirêjkirin. Aktîfbûna wê roja îna bê bi dawî dibe.

Her wiha di naveroka projeya biryarê de divê 2 nuqteyên derbaskirina alîkariyan ên niha yên di sînorê Sûriye-Tirkiyê re yên Bab El-Selame û Bab El-Hewa bimînin. Ew herêm jî di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra yê berê ku di lîsteya terorê de ye) ne.

Naveroka biryarê li ser pêwîstiya vekirina dergeha Til Koçber/Yeirûbiyê ya bi ser Iraqê ve ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, nehat axaftin, lê divê bê vekirin ku alîkarî bigihîne zêdetirî 5 milyon şêniyên li herêmê dijîn.

Li aliyekî din jî li gorî dîplomatan diyar kiriye, Rûsyayê xwest ku mekanîzmaya alîkariyan heta 6 mehên dîtir dirêj bike, ew jî tenê di nuqteyeke sînor re. Lê 13 endamên dîtir ên meclisê dengên erênî dan.

Li gorî dîplomatan ji  AFP’ê re ragihandiye, Rûsya piştî encamên dengdayînê lez da ku naveroka taybet a mekanîzmaya dirêjkirina alîkariyên navneteweyî ji Sûriyê re heta 6 mehên dîtir bi rêya dergehekê bi ser sînorê Tirkiyê re pêşniyar kir.

Dê îro bi şev encamên dengdayîna li ser pêşnûmeya Rûsyayê diyar bibin.

Ev vetoya 5’an e ku Moskov di NY’yê de ji dema aloziya Sûriyê ya ji 2011’an de bi kar tîne.

Di Kanûnê de, Rûsyayê veto li dijî projeya biryara dirêjkirina derbasbûna alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bi rêya 4 dergehan; Til Koçber/Yeirûbiyê ya bi ser Iraqê ve, Remsa ya bi ser Urdinê ve û dergehên Bab El-Selame û Bab El-Hewa yên bi ser Tirkiyê ve ku dikevin bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam a di lîsteya terorê de, veto kir. Bi wê re jî hejmara nuqteyên derbasbûna alîkariyan li welat ji 4’an bûn 2. Her wiha dema derbaskirinê ji dêvla salekê bû 6 meh.

Ji girtina dergeha Til Koçer re, gelek nakokî li ser rewşên mirovî, alîkarî û tenduristî yên li herêmê li gel berbelavbûna Koronvaîrusê û pêkanîna Qanûna Qeyser, hene. Wê jî bandoreke neyînî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, tevî ku sozên Amerîkayê yên îstîsnayên cezayan li ser herêmê jî hatin dayîn.

(fr)