Ev du car in…Li Dêrazorê balafirên nenas nuqteyên Îranê dikin armanc

Di nava çend seatan de ev du car in ku balafirên nenas komên Îranê yên li gundewarê Bokemalê dikin armanc û di encamê de 10 hatin kuştin.

Ev du car in…Li Dêrazorê balafirên nenas nuqteyên Îranê dikin armanc
28 hezîran, 2020   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku derbeyên asîmanî yên ku nû çêbûn muhteml e ku yên Îsraîlê bin ku nuqteyên îranî li bejahiya gundewarên Bokemalê ya rojhilatê Dêrazorê hedef girtin.

SOHR`ê da zanîn ku di encama derbeyan de herî kêm 9 leşker mirin, ji nav wan ên ne sûrî hene. Ji ber rewşa birîndaran xeter e dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, her wiha di encama bombebaranê de depo jî ruxiyan.

SOHR`ê beriya çend seatan parve kiribû ku hêzên Îranê li herêmên parêzgeha Dêrazorê nexasim li herêma Bokemal û gundewarên wê seferberî ragihandibûn, ji ber duh li gundê Ebas nuqteyan Îraniyan bûbûn armanc û di encamê de 6 endamên koma Îranê ji wan 4 kesên bi eslê xwe sûrî ne hatin kuştin.

(eh)