Rêveberiya Dergeha Fîş Xabûr nahêle kesên pasportên ewropî pê re derbas bibin

Rêveberiya Dergeha Fîş Xabûr a di navbera Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê destûr nade ku kesên ku pasportên ewropî bi wan re hene, derbasî  Başûr bibin.

Rêveberiya Dergeha Fîş Xabûr nahêle kesên pasportên ewropî pê re derbas bibin
28 hezîran, 2020   13:01
QAMIŞLO

Rêveberiya Dergeha Fîş Xabûr giştînameyek di demeke berê de derxistibû ku kesên pasportên ewropî bi wan re hene û di Başûrê re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne dikarin vegerin. Rêveberiyê roja rojên yekşem, duşem û sêşemê ji bo vegerê diyarkirbû.

Lê Rêveberiya Dergeha Fîş Xabûr îro nêzî 100 kesên ku dixwazin vegerin welatên Ewropayê ku bi rêya balafirgehên Başûrê Kurdistanê hatine, red kirin. Tevî ku gelek kaxizên dixwazin bi wan re hene.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, redkirin ji aliyê Rêveberiya Dergeha Fîş Xabûr re û li gorî hinceta qedxeya derketin bi sedema Koronavîrusê ye ku balafirgeh sekinîne.

Dergeha Sêmalka destûr da ku kesên dixwazin ji Başûrê Kurdistanê vegerin Bakur û Rojhilatê, derî vekiriye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aMc0zlwny1w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>