Artêşa Tirk a dagirker careke din agir bi zeviyan xist

Artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên stasyona Seîda ya sotemeniyê ya navçeya Tirbespiyê xist. Tîmên agirkujiyê beriya ku agir bigihêje navenda Stasyonê agir vemirandin û niha jî hewl didin ku agirê nêzî gundê Kerdîmê jî vemirînin.

Artêşa Tirk a dagirker careke din agir bi zeviyan xist
Artêşa Tirk a dagirker careke din agir bi zeviyan xist
Artêşa Tirk a dagirker careke din agir bi zeviyan xist
Artêşa Tirk a dagirker careke din agir bi zeviyan xist
Artêşa Tirk a dagirker careke din agir bi zeviyan xist
28 hezîran, 2020   13:34
QAMIŞLO

Careke din artêşa Tirk agir bi zeviyên navçeya Tirbesiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xist. Lê vê care agir bi zeviyên derdora stasyona Seîda ya sotemeniyê ya bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ku 12 km dûre xist. Di encamê de tevî ku dewrîyeya artêşa Amerîkayê li wir e jî lê du heraqeyên petrolê hatin şewitandin.

Tîmên agirkujiyê nehiştin agir bigihêje navenda stasyonê.Ji ber heke bigihaşta stasyonê dê karaseteke mirovî çêbiba.

Di heman çarçoveyê de leşkerên artêşa Tirk agir bi zeviyên gundê Kerdim ê nêzî sînor û 15 km dikeve bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê xistin.

Tîmên agirkujiyê yekser berê xwe dan zeviyan.

(eh)

ANHA