Encamên tundiya li dijî jinê di dema qedexeya derketina derve de hate eşkerekirin

Meclisa Edalet a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirî ya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, encamên tundiya li dijî jinê di dema qedexeya derketina derve de, eşkere kir.

 Encamên tundiya li dijî jinê di dema qedexeya derketina derve de hate eşkerekirin
28 hezîran, 2020   12:03
QAMIŞLO

Meclisa Edaletê ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi du daxuyaniyan encamên tundiya malbatî ya li dijî jinê di dema koronayê  û qedexe derketina derve de, eşkere kir. Daxuyanî li Meclisa Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên meclisê hat dayîn.

Daxuyaniya Meclisa Edalet a Jinê ji aliyê Endama Meclisa Edaletê ya Jinê Şêrîn Ibrahîm ve hat xwendin û daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ji aliyê berdevka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat xwendin.

Daxuyanî Meclisa Edaleta ya Jinê wiha ye:

"Hê jî Koronavîrûs bandora xwe li ser dewletê cîhanê dike, hin dewlet hê jî ji ber xeteriya nexweşiyê miletê xwe dixe karantînê de. Piştperdeya vê yekê li dû xwe gelek çîrokên malbatî vedişêre û bilindkirina dengê qêrîna hawar xwestinê ji ber tundiya malbatî ji ber sedema ferzkirina karantînê derdikeve hole.

Rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê destnîşan dike ku beriya derketina nexweşiya Koronavîrûs yek ji sê jinan rastî tundiyê dibû, lê piştî nexweşiyê rêjeya tundiya li ser jinê ji berê zêdetir dibe.

Tundiya malbatî bandoreke neyînî li ser jinê dike ji aliyê derûnî û gewdî jî ve, jin bi nexweşiyê derûnî, hêviyên wê ji jiyanê qut dibin, daxwaza mirinê dike ji ber vê yekê rewşê wê dighêje ku dawî li jiyan xwe bîne".

Tundiya malbatî, ferdê malbatê ji hev dûr dixe her wiha dighêje ku zilam hevjînên xwe zêde bike ji ber vê yekê ewlehî û istqrarê xerab dibe. Ji bo  Çareserkirina pirsgirêkên vê rewşê hin çareserî hene. Tiştê ku vê yekê çareser dike ew e ku çareseriyek aktîv bê kirin û pirsgirêk ji aliyê yê ku tundî li ser tê kirin neyê veşartin, her wiha divê bi yê ku tundiyê dike pirsgirêka wî ya derûnî bi şîretan we re çareserkirin.

Dayîna planekê ji bo qurbaniyan, misogerkirin malên ji bo xwedîderketin bi jinên ku rastî tundiya malbatî tên bê kirin, numareyên telefonan ji bo jinên ku daxwaza hawar xwestinê bikin ta ku ji aliyê derûnî û gewdî we re dermankirin.

Deriyê rêxistinên mafên mirovan, malên jinê, beşê gazincan ê Asayîşa Jinê û Dadgeha Giştî, her dem vekiriye, da ku van pirsgirêkan çareser bikin.

Li gorî Desteya Edaletê ya Jinê di dema qedexeya derketina derve de: 16 jin dawî li jiyana xwe anîn, 126 jin rastî lêdanê hatin û zerar gihîştiye wan, 150 rewşên nelihevkirin di navbera jin û mêr de û 14 sûcê qetlkirinê.

Meclisa Edaleta Jinê ya Bakur û Rojhilat Sûriyê got: "Em wekî meclisa Edaleta Jinê di Rêveberiya Xweser de hevkariyê bi hemû sazî û aliyê peywendîdar dikin da ku em van pirsgirêkan çareser bikin."

Berdevka Asayîşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Şêxê da zanîn ku sedema zihniyeta civakî ya ku civak li ser dimeşe û di encama adet û kevneşopiyên ku jin rasterast rû bi rû tên wek kuştin, xwekuştin û lêdan, encama zihineta mêrperestiyê ye.

ANHA