Sûcên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê hatin şermezar kirin.

Sûcên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin
Sûcên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin
28 hezîran, 2020   19:03
HESEKÊ

Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star a bajarê Hesekê êrişa dewleta Tirk a dagirker ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyê li gundê Helîncê yê Kobanê bi meşekê hate şermezarkirin ku di encamê de sê jinên têkoşer şehîd bûn.

 Bi sedan şêniyên kantona ji pêşiya avahiya Şaredariya Başûr a taxa Xiwaran ta Stada mezin a taxê meşiyan. Di meşê de pankartên wekî "Şehadeta we îsrara me ya domandina têkoşîna azadiyê zêde dike"," Em helwesta navdewletî ya li hemberî faşîzma Erdogan şermezar dikin" û "Bi hedefgirtina gelê me hûn nikarin îradeya me bişkînin" hatin vekirin û bê navber diruşmeyên şermezarkirina êrişên Tirkiyê hatin berzkirin.

Li ber stadê deqeyeke rêz hate girtin.Piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd axivî  û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe hewl dide îradeya şoreşa me ku şoreşa jinê ye bişkîne. Bila xeylan neke ku wê şoreşa me bişkîne. Bi hêz û îradeya jinê em di hemû aliyan de serkeftinên mezin bi dest xistin."

Mihemed Seîd her wiha got: "Bi navê malbatên şehîdan em bibin  yek û gelên bindest azad bikin."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana jinê û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tp9ck3cqbvE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>