Artêşa Lîbyayê hêzeke mezin şand Sirtê

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê sewqiyetên leşkerî ji ketîbeya 128 a bejahî şandin herêma navîn da ku bersivdana çi hewldana pêşketina hikumeta Wîfaqê ya ber bi Sirt, Cefra û herêma hîlal petrolê de, bidin.

Artêşa Lîbyayê hêzeke mezin şand Sirtê
28 hezîran, 2020   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavdêran, şandina sewqiyetên leşkerî piştevaniya hêzên artêşê yên li bajara stratejîk li ser parva bakurê Lîbyayê bi cih bûne, ye.

Sirt  kîlometreyekê nêzî sînorê Misirê ye, di navbera Terablus û Binxazî li ser parava Lîbyayê de ye. 450 km dûrî paytextê ye û 600 km dûrî Binxazî ye.

Her wiha rê li pêş serweriya li ser paravên herêma hîlal petrolê ya li rojhilatê Lîbyayê jî dike ku mezintirîn depoya petrolê li welêt e.

Tê de baregehên leşkerî yên girîng hene, mîna Qirdabiya asîmanî ku 16 km li başûrê Sirtê ye, her wiha baregeha Cefra ya asîmanî lê heye ku mezintirîn baregehên leşkerî li Lîbyayê ne.

Sirt, odeya çalakiyên sereke ya hêzên artêşa Lîbya û xeleka navbeynkar a herêmên rojhilat û rojavayê Lîbyayê ye.

Girêdayî mijarê, artêşa Lîbyayê piştrast kir ku zeviya Şerara ya petrolê di bin serweriya wê de ye.

Yekîneyên artêşê gerên çavdêriyê li hundirê zevî û derdora wê çêkirin, da ku parastina zeviyên petrolê yên Lîbyayê bikin û nekeve destê milîsan.

(fr)