Bi axaftina bi zimanên hev du, hevsengiyeke xweşiktir hat afirandin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelk bi zimanên hev du diaxivin, heta digihêje asta ku mirov qet cudabûnê di navbera kurdekî an erebekî yan jî sûryaniyekî bibîne. Lewma mirov dikare bibêje ku xwe xwedanên doz û çarenûseke hevbeş dibînin û bi hev re hevgirêdaneke xweşek çêkirine.

Bi axaftina bi zimanên hev du, hevsengiyeke xweşiktir hat afirandin
28 hezîran, 2020   06:10
QAIŞLO-RÎNAS REMO

Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo mînaka jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de nîşan dide, ji ber li herêmê gelên Kurd, Ereb, Sûryan û Erman dijîn û gelek ol tê de hene ji Îslamê bigire û heta bi Êzdatî û Filetî.

Pêkhateyên herêmê li dijî terorê şer kir û îro çarenûsa hevbeş wan tîne cem hev, êdî mirov nikare cudabûnê di navbera Kurd, Ereb û Suryaniyan de bibîne.

Zekeriya Abdulezîz Îbrahîm, kurdê ji navçeya Tirbespiyê ye, bi hevalên xwe yên sûryanî re bi zimanê suryanî diaxive û ji ajana HAWAR`ê re wiha anî ziman: "Îro tu ferq û cudabûn di navbera pêkhateyan de tune ye, dema ez hevalên xwe ên sûryanî dibînim bi zimanê wan bi diaxivim û ew jî bi zimanê min bersiva min didin, vê yekê jî bi xwe re hevgirêdaneke xweş çêkir û rihê biratiyê ava kir."

Zekeriya metelokekê bi zimanê sûryanî dibêje: "Coyek bi tenê lawaz e, lê heke pir co hatin cem hev bihêztir dibin" her wiha jî pêkhate heke bi hev re bûn yek bihêztir dibin. mînaka wê jî ku gelên herêmê dest bi dest terorîst têk birin. 

Îsa Denho yê ji pêkhateya Sûriyan bersiva Zekeriya bi zimanê kurdî dide û dibêje:"Gelek kesan hewldana derxistina nakokiyan dikirin lê me bi yekitiya xwe û nirxên xwe yên hevbeş serketina xwe isbat kir."

Adil Berho jî ji pêkhateyên Ereb e, bi malbata xwe re bi zimanê kurdî diaxive.Adil Berho ji ajansa ANHA`yê re da zanîn ku ew îro peyhateyek in bi hev re bi zimanên hevûdin diaxivin û heta nixuryê wî bi zimanên erebî, kurdî û suryanî jî diaxive.

Adil Berho destnîşan kir ku di pêvajoya dîrokê de wan bi hev re jiyaneke hevbeş diborandin lê piştî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî qedera tevan bûye yek û îro jî dibin mîna jiyana hevbeş a di navbera netewe û olan de.

(eh)

ANHA