SOHR: Di derbeya Îsraîlê li gundewarên Dêrazorê de endamên Îranê hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku duh Îsraîlê nuqteyên hêzên girêdayî Îran û hêzên hikumeta Sûriyê li rojhilatê Sûriyê li nêzî sînorê Iraqê hedef girtin, di encamê de 6 endamên hêzên girêdayî Îranê hatin kuştin.

SOHR: Di derbeya Îsraîlê li gundewarên Dêrazorê de endamên Îranê hatin kuştin
28 hezîran, 2020   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) daxuyand ku di encama derbeya ku tê texmînkirin a Îsraîlê ye li nuqteyên artêşa Sûriyê û milîsên Îranê li gundê Ebas ê bajarê Bokemalê yê rojhilatê Dêrazorê de, 6 milîsên Îranê jê 4 welatiyên Sûriyê ne hatin kuştin.

Ev derbe piştî çend rojan ji kuştina 2 leşkerên sûrî û 5 çekdarên girêdayî Îranê bi derbeyeke Îsraîlê li başûr û rojhilatê Sûriyê şeva sêşemê, pêk hat.

(fr)