Malbatên Şehîdan: Gefên Tirkiyê tevahî kurdan hedef digirin

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Temirê lihevkirina Kurdî-Kurdî bi pêngaveke dîrokî û pîrozî bi nav kir, her wiha bal kişand ser ku gefên dewleta Tirk ne tenê aliyekî diyar hedef digire, lê belê tevahî kurdan hedef digire.

Malbatên Şehîdan: Gefên Tirkiyê tevahî kurdan hedef digirin
28 hezîran, 2020   08:07
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî û ENKS’ê di 17’ê vê mehê de bidawîkirina merheleya yekemîn ji dan û standin û gihiştina nêrîna siyasî ya hevbeş li gorî bendên peymana Dihokê ya 2014’an, ragihand.

Vê nêzbûna Kurd li ser asta dewletên herêmê û hêzên opozîsyonê di serî de dewleta Tirk a dagirker a ku gef li ENKS’ê li ser zimanê wezîrê karên derve Mevlod Çavuşoglu xwariyê, çêkir. Çavuşoglu got ku dê ENKS’ê bibe hedefa dewleta Tirk heke bi partiyên Kurd li Rojava re li hev kir û ji Itîlafê derket.

Têkildarî mijarê, ANHA’yê bi malbatên şehîdan ên Til Temirê yê girêdayî Hesekê re hevpeyvîn çêkir ku bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurd di vê dema hesas de û bandora gefên dewleta Tirk li ser ENKS’ê.

Idrîs Neimo birayê her du şehîdên Serhed û Demhat e, ragihandina lihevkirina di navbera partiyên Kurd a merheleya destpêkê de bi pêngava dîrokî û pîroz wesifand û wiha got: "Ev lihevkirin piştî 9 salên ji aloziya Sûriyê, bi taybet şoreşa Rojava hat ku gel gelek astengiyên şer kişandin."

Neimo diyar kir ku şerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye bû sedema 12 hezar şehîd û 25 birîndarî û wiha domand: "Dan û standinên dawîn di navbera partiyên Kurd û garantiya wê de dikevin ximzeta şehîdan, ji lew re divê partiyên Kurd bi şêweyekî giştî xebata gihaştina lihevkirina dawî bikin ku keda şehîd û birîndaran misoger bikin."

Neimo da zanîn ku ew wek malbatên şehîdan ji partiyên siyasî hêvî dikin ku bi lez dest bi merheleya duyemîn a diyaloga Kurdî-Kurdî bikin û xîtaba xwe bikin yek û wiha anî ziman: "Yekkirina xîtaba Kurd li Rojava dê bibe pêngaveke xîtaba Kurd li tevahî Kurdistanê." 

Dewleta Tirk di rojên borî de li ser zimanê wezîrê wê yê karên defve Mevlud Çavuşoglu gef li ENKS’ê xwarin û bi rêya van gefan dijminatiya wê ji gelê Kurd re eşkere bû. Der barê mijarê de Neimo wiha axivî: "Em bang li birayên xwe yên ENKS’ê dikin ku bersiva gefên dewleta Tirk a dagirker bidin û li rex birayên xwe yên Kurd bin. Ji ber yekitiya partiyên Kurd li Rojava rizgariya ji êrişên ku herêm û aramiya wê hedef digirin."

Ji aliyekî din ve jî Hedle Abdulwehab hevjîna şehîd Serhed e wiha got: "Bi saya keda şehîdan em gihiştin vê merheleyê, her wiha lihevkirina dawîn a partiyên siyasî dê erêniyên mezin ji gelên herêmê re bi rêya yekitî û garantoriya wê bînin."

Hedle Abdulwehab wiha domand: "Gefên dewleta Tirk ne tenê li dijî ENKS’ê ne, lê belê tevahî partiyên siyasî yên li Kurdistanê dike armanc. Dewleta Tirk ne pêkan e bibe dostê gelê Kurd, ji ber Kurd li ku derê dibe bila bibe hedef digire."

Selah Mihemed birayê şehîd Azad e got ku dewleta Tirk a dagirker ji kevn û heta niha de şerê gelê Kurd dike, gefên wê ne tenê li ser gelê Kurd e, lê belê li ser tevahî gelên herêmê ne.

Selah li dawiyê bang li gelê Kurd, hêzên leşkerî û partiyên siyasî kir ku bibin yek ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bisekinin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PgKQzcw_BCQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>