New York Times: Rûsyayê pere da çekdarên afganistanî kir ku leşkerên amerîkî bikujin

Rojnameya New York Times duh da zanîn ku pergala îstixbaratê ya Amerîkayê agahî di dest xistine ku artêşa Rûsyayê pere pêşkêşî çekdarên girêdayî tevgera Talîban a Efganistanê kir ku leşkerên Amerîkayê û yên hêzên koalîsyonê yên bikujin.

New York Times: Rûsyayê pere da çekdarên afganistanî kir ku leşkerên amerîkî bikujin
27 hezîran, 2020   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, rojnameyê li ser zimanê çavkaniyan diyar kir ku DYA’yê beriya çend mehan piştrast kir ku yekîneyên îstixbaratê yên leşkerî yên Rûsyayê yên girêdayî hewldanên kuştina li Ewropayê pere li hember êrişên serkeftî yên par pêşkêşî çekdarên li Efganistanê kir.

Rojnameyê da zanîn ku tundrawên îslamî yan jî endamên sûcên çekdar ên girêdayî wan hin pere ji wan xelatan wergirtine.

Rojnameyê daxuyand ku serokê Amerîkayê Donald Trump rapora îstixbartî dît, her wiha hê jî Koşka Spî der barê girtina tedbîrên li dijî Rûsyayê li ser van pereyan de, tu pêngav neavêtine.

(fr)