Jinên efrînî rewşenbîrtiya xwe ji xwendina pirtûkan digirin

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrînê hewl didin kesayeteke nû ji jina Efrînî ava ‎bikin da ku bibe xwedî nêrîn, lêvegereke çandî ku tev li hemû aliyan jiyanê bibe.‎

Jinên efrînî rewşenbîrtiya xwe ji xwendina pirtûkan digirin
Jinên efrînî rewşenbîrtiya xwe ji xwendina pirtûkan digirin
Jinên efrînî rewşenbîrtiya xwe ji xwendina pirtûkan digirin
Jinên efrînî rewşenbîrtiya xwe ji xwendina pirtûkan digirin
27 hezîran, 2020   06:49
ŞEHBA – MINZGÎN HEMO

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê piştî ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî ‎koçberiyê bûn, yekser dest bi aktîfkirina navenda xwe kir. ‎

Endamên yekitiyê destpêkê di bin konekê de xebitîn. Paşê bû pirtûkxane û 3 kon, her wiha  ‎pirtûk ji nava bermahiyên şer derxistin. Niha di pirtûkxaneyê de 3 hezar pirtûk hene. ‎

Zêdetirî 10 endaman di yekitiya rewşenbîran de hene. Ji wan pispor, derûnînasên civakî, ‎mafnas, pisporên  fakulteya perwerdeyê û ciwanên merheleyên zanîngehan de.‎

Armanca navendê ku semînerên civakî û tenduristî der barê rêxistinkirina malbatê, şêwazê ‎dan û‏ ‏standina bi zarokan re heta temên 15 salî‏ ‏‎ de bidin. Hemû bi hevkariya pisporên ‎piskoljîk têne dayîn. Her wiha semînern çandî tên dayîn da ku xwendekarên dibistanan ji ‎temenên 14 heta 17`an behryên xwe xurt bikin.‎

Di navendê de zarokên ji 6 – 12 salî hene,  di hefteyekê de carekê perwerdê dibînin.‎

Projeyên nû yên jinên di navendê de hene weke helbest, projeya amadekirina çîrokan bi ‎zimanê kurdî, nivîsandina pirtûkan, her wiha gelek çîrok ku ber bi dawîbûnê ve diçin.‎

‎5 jin tev li projeya nivîsandina 6 pirtûkan ji perwerde, wêne û lêkolîn bûne.‎

Der barê navendê û rola jinên rewşenbîr‏ ‏de hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona ‎Efrînê Avesta Îbrahîm got her tim şer dagerandineke dîrokî di jiyana gel û civakan de ye.‎

Avesta wiha domand: "Em komek ji jinên rewşenbîr tev li vekirina pirtûkxaneyê li ser esasê ‎ku jinûve vegerandina baweriyê di navbera xwendevan û pirtûkê de bi taybet ciwan‏ ‏de, ‎bûn.  Têkilî di navbera pirtûk û xwendevanan de hatiye avakirin. Me girîngî hemû daye ‎zimanê dayikê."‎

Avesta di axaftina xwe de wiha pê‏ ‏de çû: "Jin bingeha xebata me ye. Di nava xebatên me ‎de diyalogên bi jinan re hene. Ev yek dê bi hevkariya Kongreya Star were kirin. Di her ‎hefteyekê de dê rûnitşineke nîqaşan hebe. Ev yek dê du mehan dewam‏ ‏bike, ew jî  bi ‎şêwazê guhdarkirina li pirsgirêk û astengiyên li pêşberî wan."‎

Avesta Îbrahîm di dawiyê de diyar kir ku bi nîqaşên bi jinan re hat diyarkirin ku ji ber rewşên ‎heyî, koçberkirin û hwd ji sedî 40 ji jinan dixwazin pirtûkan bixwînin.‎

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0UHTfTOpaoc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>