DYA êrişa ku hikumeta Wîfaq û dewleta Tirk amadekariya wê dikin, red dike

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê destwerdana biyanî li Lîbyayê red kir û bal kişand ser ku divê yekser agirbest pêk were û piştrast kir ku êrişa ku hikumeta Wîfaq û hêzên dewleta Tirk amadekariya wê dikin, red dike.

DYA êrişa ku hikumeta Wîfaq û dewleta Tirk amadekariya wê dikin, red dike
27 hezîran, 2020   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bang kir ku rêz ji bo qedexekirina şandina  çekan ber bi Lîbyayê ve bê girtin ku NY’yê ferz kiriye û wiha da zanîn: "Divê tevahî aliyên li Lîbyayê li gorî agirbestê tev bigerin û ji nû ve û bi lez dest bi dan û standinan bikin."

Her wiha li gel rojnameya Şerq El-Ewsat jî diyar kir ku divê pêşketina dan û standinên leşkerî yên Lîbyayê bên parastin û wiha domand: "Me El-Sîrac agahdar kir ku ew li dijî amadekirina êrişa Wîfaq û Tirkiyê ne."

Li aliyekî din jî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê di daxuyaniya duh de gotibû ku hevdîtina beriya du rojan di navbera Wezareta Karên Derve û hikumeta Wîfaqê de çêbûye, der barê jevkirina milîsên li Lîbyayê bû.

Li aliyekî din jî bidawîbûna dorpêça li ser Terablusê derfeteke nû afirand û pêwîstiya çareserkirina doza milîsên li rojhilat û rojavayê Lîbyayê çêkir.

Her wiha beriya çend hefteyên borî, rêveberiya Amerîkayê piştrast kir ku divê agirbest li Lîbyayê pêk were û tevahî aliyên şer dikin, di bin çavdêriya qanûn û biryarên navneteweyî de vegerin dan û standinan û destwerdanên derve rawestin.

Bi pêşdeçûna hêzên Wîfaqê yên bi piştevaniya Enqereyê li hember artêşa Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter li Terablus û derdora wê, aloziya meydanî bilind bû.

(fr)