Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye

Hunermendê afrîner hewl dide mîras û hunera ku nasnameya gelan e vejîne, her wiha hunermend dikare zêdetir bûyer û rastiyan ji hev derxîne, çareyan ji pirsgirêkan re bibîne û roleke pêşeng di şoreşan de bilîze.

Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye
Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye
Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye
Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye
Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye
Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye
Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye
Zekeriya Osman: Huner nasnameya gelan û alavek li hember dagirkeriyê ye
27 hezîran, 2020   05:43
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX-MEDYA HENAN

Koçberê bi navê Zekeriya Osman bi rêya hunera xwe ya peykersaziyê mîrasa Kurd ku dagirkerî hewl dide bi hemû siyasetan îmha bike vejîne.

Zekeriya Osman(50) ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ye, malbata wî ji 3 ferdan pêk tê û niha li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê ye.

Zekeriya ji 9 saliya xwe de karê peykersaziyê dike, anku ji salên (70) li bajarê Tebqayê dest pê kir. Bi rêya dewreyên ku ji navenda Dar El-Sedaqe ya Sofyetê ya Erebî perwerdê dît.

Karê destpêkê yê hunerî kiriye, wêneya hunermenda Kurd Şêrîn li ser dîwarê hundirê xwe tevî cilên floklorî neqişand, her wiha hewl da xebatên xwe yên hunerî bi pêş bixwe ku li ser kevran bineqişîne.

Di salên (80) Zekeriya Osman tevî malbata xwe bar kir bajarê Helebê, pîşeya xwe bi peykerên biçûk û antîka berdewam kir, jê nimûneya bi text a keştiya rêwiyê navdar Macalan ku sala 1500 li derdora erdê geriye.

Zekeriya Osman wiha got: "Min li ser rêwiyê navdar Macalan û çawaniya gera wî bi keştiyê pir xwend, bi karê wî bandor bûm, ji ber wê fikra ku wî çawa xizmeta mirovahiyê kiriye, kete mejiyê min. Min keştiyek çêkir. Her wiha wêneya keştiya ku ew pê geriya di kovarekê de dît, dirêjahiya wê keştiya ku min çêkiriye 106 cm û bilindbûna wê ji bilî stûna naverastê 34 cm û tevî stûna naverastê 93 cm û kêmberiya wê 23, 5 cm, di vî karî de bi serketim û karê destpêkê ya min di aliyê hunerî de bû."

Zekeriya pîşeya xwe li ser peykerên biçûk mîna peykera Îbrahîm Xelîlulah û beranê wî, peykera jina efsanawî, berdewam kir.

Li aliyekî din jî Zekeriya Osman di rewşeke aborî ya dijwar re derbas bû, ku wê jî hişt 20 salan ji pîşeya xwe qut bibe.

Piştî aloziya Sûriyê Zekeriya Osman neçar ma berê xwe bide Efrînê, lê pir dirêjî neda ku dewleta Tirk a dagirekr êrişî kantonê kir û jê koç bû.

Piştî koçberiya Zekeriya Omsan a li kantona Şehbayê, hewl da hunera xwe careke din jî bi çêkirina peykeran ku çand kurd û mîrasa wê ku dijmin hewl dide îmha bike, vejîne.

Zekeriya Omsan peykera sûca ku artêşa Tirk a dagirker li dijî zarokan li navçeya Til Rifetê pêk aniye ku di encamê de 10 qurbanî jê 8 zarok di 12’ê Çileya 2019’an de, çêkir.

Niha jî Osman peyka jina azad çêdike, ew jî jinek ku pirtûkê di destê xwe yê çepê de radike ku delîlê fikra azad e û di destê wê yê rastê de jî kevok heye ku ew jî sembola aştiye ye, dirêjahiya wê metrek û nîv e.

Der barê alavên ku Zekeriya Osman bi kar tîne de û wiha got: "Bi sedema derfetên madî yên kêm, li gel min 3 alavên hene, ew jî izmîl, kêrek biçûk û kaxiza camî ne. Lê madeyên ku bi kar tîmin, cebsîna rewş e piştre cebsîna spî li ser zêde dikim."

Zekeriya Osman wiha domand: "Made li kantona Şehbayê hene, lê pir buhan e, Kevrê Ruxam heye, lê pir buha ye. Ji lew re weke destpêkê li ser text neqşe dikim. Di salên (70) min peykera serê jin çêkir û di pêşkêşî pêşangeha li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê hatiye vekirin, kir."

’HEDEF MANEWÎ YE NE MADÎ YE‘

Têkildarî hedefên xwe Zekeriya Osman wiha da zanîn: " Ez peykeran ne ji bo firotinê yan jî sûdê jê bigirim çêdikim, lê belê da ku mîras bê vejandin. Huner nayê firotin. Her wiha min tevahî peykerên ku çêdikirin diyarî heval û dostên xwe dikir."

Zekeriya Osman wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Hunermend ên herî zêde dikarin rastî û bûyeran ji hev derxin, çareyan ji aloziyan re bibînin û rola pêşeng di şoerşan de bilîzin. Sofyet şoreşa çandî, civakî û zanistî bû. Em jî dixwazin şoreşa ji tevahî aliyan ve dagirtî be. Ji ber huner nasnameya gelan e, dagirkerî di gava destpêkê de nasnameya gel ji çand, cil û zimand bi taybet em weke Kurd, îmha dike. Bi hêvî me tevahî hunermendên pêşketî li hemberî dagirkeriyê bi hezar rêbazên hunerî bisekinin ku nasnameya me îmha û qir neke."

(fr)