Li Şamê xwepêşandana li dijî dagirkeriyê

Bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Şamê xwepêşandanek li dar xist.

Li Şamê xwepêşandana li dijî dagirkeriyê
27 hezîran, 2020   06:46
ŞAM

Bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi sedan şêniyên Kurd ên li taxa Zorava ya paytexta Şamê daketin qadan.

Xwepêşandêran alên Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokrat (PYD), alên YPG û YPJ rakirin. Xwepêşandêr li kolanên taxa Zorava meşiyan û sloganên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" berz kirin.

Paşê berdevkê PYD’ê Mihemed Îbiş axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Mihemed Îbiş bal kişand ser siyasetên digirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî gelên Rojhilata Navîn bi giştî dide meşandin.

Mihemed Îbiş bang li Rûsya û DYA`yê kir ku bi erka xwe rabin, gelê herêmê ji dijminahiya Tirkiyê biparêzin, her wiha bang li hikumeta Sûriyê kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê tev li diyaloganên Sûrî-Sûrî bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zgVY2DcJEuY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>