ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-6-2020`AN
26 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şehîd Zeyneb Kinacî (Zîlan) di salvegera şehadeta xwe de li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê tê bi bîranîn, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kampa Waşûkanî bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin li hemberî van êrişan yekitî pêwîst e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Giştî ya Bendevan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê kêmkirina asta ava Çemê Firatê de ji aliyê Tirkyêi ve daxuyaniyekê li Bendava Tişrînê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê çalakiyekê li ber baregeha Koalîsyona Navnetewî ya li ser rêya Til Temirê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şibilî got: “Li herêmên dagirkirî ferzkirina lîreyê Tirkiyê di çarçoveya polîtîkayên tirkkirinê de tê kirin. Divê herkes berpirsyariya parastina nasnameya Sûrî li hemberî dagirkeriyê rake û nehêle binkeftinên dîrokî dûbare bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mahir El-Temran bal kişand ser siyasetên rêveberiya hikumeta  Sûriyê got: "Ji ber ku rêveberiya hikumeta Sûriyê di hişmendiya xwe ya neqebûlkirina aliyên din de îsrar dike û projeya Rêveberiya Xweser ne pejirand, kete ber cezayên Qeyser." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî cezayên Qanûna Qeyser ya DYA'yê ferz kiriye, deriyê sînor ê Til Koçerê girtî ye, heke girtî bimîne dê herêmê ber bi krîzeke mirovî ve bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê Til Hemîsê Mihemed El-Deham got: "Pêwîste partiyên siyasî yên Sûriyê rola xwe di teşhîrkirina siyaset û sûcên Tirkiyê yên jihevxistina tevna civaka Sûriyê û veguhertina herêmê qada şerekî navxweyî bilîzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Generalê artêşa Misirê  Mihemed El-Xebaşî got: “Divê gelên herêmê rastiya planên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn nas bikin. Divê cîhana erebî li hember dagirkirina herêmên Kurdan bê deng nemine. Ji ber ku çavgirtina li  van bûyeran dihêle ku Erdogan zêdegaviyên xwe dewam bike." (BI WÊNE).

JIN

- Endama Desteya Rêveber a REPAK`ê Meral Çîçek da zanîn ku divê hemû jinên cîhanê xwedî li şoreşa jinan a Rojava derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên endamên Yekitiya Rewşenbîrên kantona Efrînê hewl dide kesayeta jineke nû ya efrînî ava bikin ku xwedî nêrîn be û di hemû qadên jiyanî de cih bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û JIYAN

-Hunermendê afrîner hewl dide kevneşopî û hunera resen zindî bike ku nasnameya gelan e. Hunerê kesayetê herî zêde ku  dikare buryer û rastiyan şîrove bike ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên xwe bide. Her wiha roleke pêşeng di şoreşan de dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA