'Polîtîkayên tirkkirinê berdewama senaryoya Lîwa Iskenderonê ne’

Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şibilî got: “Li herêmên dagirkirî ferzkirina lîreyê Tirkiyê di çarçoveya polîtîkayên tirkkirinê de tê kirin. Divê herkes berpirsyariya parastina nasnameya Sûrî li hemberî dagirkeriyê rake û nehêle binkeftinên dîrokî dûbare bibin."

'Polîtîkayên tirkkirinê berdewama senaryoya Lîwa Iskenderonê ne’
27 hezîran, 2020   00:26
HELEB- MIHEMED EBDO

Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine, bikaranîna pereyê tirkî ferz dike.  Ev wekî gava pêşîn a girêdana aboriya herêmê bi Tirkiyê ve ye û  dûbarekirina senoryoya Lîwa Iskenderon e.

Li ser vê mijarê endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî El-Şibilî ji ANHA'yê re axivî.

'DIVÊ JI DÎROKÊ DERS BÊN GIRTIN'

El-Şibilî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Li herêmên Sûriyê yên dagirkirî bikaranîna pereye tirkî encamê rewşa aloziya li herêmê ye. Divê em li dîrokê vegerin da ku dersê jê bigirin. Herêma Kîlîkiya di nexşeya welatê Ereb de bû, lê dagirkeriya Tirk tevlî axa xwe kir. Ji ber hevkariya Fransayê, Tirkiyê parçeyek ji Lîwa Iskenderon tevlî axa xwe kir. Em navê Lîwaya talankirî lê dikin, ji ber ji jeografiya Sûriyê hate veqetandin û hat talankirin. Dema ku em baş li jeografiya binerin em ê bibînin ku heman axa ku li Tartus li Lîwa tê dîtin, tê vê wateyê ku ew berdewamiya erdnigarî û dîrokî ye."

'BI HEBÛNA DAGIRKERIYÊ XÊRA HERÊMÊ DI XETERIYÊ DE YE'

Têkildarî sedemên dagirkirina Tirkiyê ya li Sûriyê El-Şibilî wiha got: “Armanca dagirker talankirina xêr û bêra gelan e, îlhaqkirina Lîwa Iskenderon mînaka herî nêzîk a vê yekê ye. Lîwa Iskenderon bi kenze, zêr û zîvê xwe dewlemend e. Ji bo Helebê jî rêyeke deryayî bû ku tê re kel û pel xwe  derxistin. Lewra bû hedefa dagirkeriyê. Dewleta Tirk dest danî ser û demografyayê wê guhert. Piştre gava veguhestina aborî da destpêkirin. Em dibînin ku piraniya niştecihên Lîwa Îskenderon  sûrî ne, hatin koçberkirin û bi tirkan hatin guhertin. Her wiha projeyên aborî lê hatin vekirin û bi aboriya dewlet Tirk ve hate girêdan."

'POLÎTÎKEYÊN TIRKKIRINÊ GEL JI HEV QUT KIR Û WEKÎ ÇETE BI ÇEK KIR'

Mirî El-Şibilî bal kişand ser encamên polîtîkayên tirkkirinê yên li herêmên dagirkirî têne meşandin û wiha domand: "Tiştên ku em li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî dibînin, ferzkirina bikaranîna pereyên tirkî encamên polîtîkayên tirkkirinê ye. Pereyê mirov ê niştimanî nasnameya wî ye. Dema ku tu lîreya tirkî bi kar bînî ev tê wateya ku tu nasnameya tirkî dipejirînî. Ev yek bi tu awayan nayê qebûlkirin. Ji ber berdewama projeyên parçekirinê ye. Mixabin em dikarin bêjin ku em bûne gelekî ji hevxistî, beşek ji me bi fermana Erdogan diçe Lîbyayê. Êdê welatiyê Sûriyê ne tenê li Sûriyê kuştinê dikin, di heman demê de sînorê Sûriyê derbas kirin û li dewletên din kuştinê dikin. Ev jî encamên polîtîkayên tirkkirinê ne."

‘PERGALA NÛ PERGALA KAOSÊ YA GLOBAL E’

Mirî El-Şibilî destnîşan kir ku bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van polîtîkayan di çarçoveya parastina berjewendiyan de tê kirin û axaftina xwe wiha domand: "Em dikarin pergala nû ya cîhanê bi pergala kaosê ya global pênase bikin. Ji ber ku tirkan hemû sînor derbas kirin û gihaştin Lîbyayê. Niha Qubrisê dagir dike.  Di dawî de êrişî başûrê Kurdistanê dikin, li Mexmûrê didin û serweriya Iraqê binpê dike. Mixabin li hemberî van kiryaran cîhan bêdeng e, ji ber  berjewendiyên wan ji aliyê hevalvendan ve têne mîsogerkirin."

'PROJEYA ME NIŞTIMANÎ YE, NE PARÇEKIRIN E'

El-Şibilî îşaret pê kir ku tevî mercên zehmet ku Sûriyê tê re derbas dibe, lê ew pereyên Sûriyê bi kar tînin û ev tişt anî ziman: "Tevî têkçûna qîmeta pereyên Sûriyê lê em di herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pereyên biyanî bi kar neaînin. Ji ber ku em Sûrî ne, banga projeya parçebûnê nakin. Em hertim dibêjin û dûbare dikin ku projeya me projeya biratiya gelan e û ji hemû  pêkhateyên herêmê re ye.”

El-Şibilî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngya yekîtiya Kurd û ev tişt got: "Yekîtiya netewî ya kurdî di vê merheleyê de girîng e, da ku ji dijmin xilas bibin. Heger gel nekeve tevgerê dê bajarên Bab, Efrîn û Ezazê jî weke Lîwa Iskenderon ji herêmê werin qutkirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wnF_FLKRPuA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>