'Divê hemû jinên cîhanê xwedî li şoreşa jinan derkevin'

Endama Desteya Rêveber a REPAK`ê Meral Çîçek da zanîn ku divê hemû jinên cîhanê xwedî li şoreşa jinan a Rojava derkevin.

'Divê hemû jinên cîhanê xwedî li şoreşa jinan derkevin'
27 hezîran, 2020   01:08
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN 

Têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî 3 jinên têkoşer ên Kobanê pêk anî, endama Desteya Rêveber a Rexistina Pêywendiyên Jinên Kurdistanê (REPAK) Meral Çîçek ji ajansa me re axivî û anî ziman ku hedefa dagirkeran têkbirina şoreşa jinan a Rojava ye û divê hemû jînên cîhanê xwedî li vê şoreşa jinan derkevin.

Meral êrişa li dijî 3 jinên têkoşer ên li Kobanê bi tundî şermezar kir û her sê şehîdên jin bi bîr anîn û şîfa ji birîndaran re xwest.

Meral got: “Dewleta Tirk demekê dirêj e li Rojavayê Kurdistanê siyasetekî dagirkerî pêk tîne. Her wiha di daxuyanî û axaftinên dewleta Tirk de diyar dibe ku ji bo şoreşa Rojava tasfiyê bikin dixwazin polîtîkayên xwe li herêmê berfirehtir bikin. Hedef Rêveberiya Xweser û xweseriya Kurd e, dixwazin kurdan bê statû bihêlin. Dewleta Tirk tu carî serkeftina ya ku bûbû hêviyan gelan û taybet ji jinan re hezm nekiriye û gefên xwe taybet li ser Kobanê berdewam dike. Niha jî armanc dike ku êrişeke li ser Kobanê pêk bîne. Ev êrişên dawî li ser jinan perçeyek ji planên berfirehkirina dagirkeriyê ye.”

‘LI DIJÎ NASNAMEYA JINAN A RÊXISTINÎ ÊRIŞAN DIMEŞÎNIN’

Meral destnîşan kir ku li derve Kobanê bi rengê jinê tê nasîn, ev berxwedan bi rengê jinan bilind bû û wiha domand:" Ev rengê jinê di nav DAIŞ de tirsek mezin çê kiribû û dawî de jî ev reng bi serket. Hem li Rojava hem jî bi giştî dînamîka hêza civakê jin e.  Ev sê hevalên ku hatin şehîd xistin pêşengtiya Kongreya Star dikirin. Kongreya Star li Rojavayê Kurdistanê de nasnameya jin yê rêxistinî ye. Li dijî nasnameya jin yê rêxistinî êriş didin meşandin. Dewleta Tirk li hemberî Kurdan sisyaseta xwe ya qirêj taybet li ser jinê dide meşandin.”

Meral diyar kir ku ev her sê jin ku şehîd bûn pêşengtiya şoreşê, sîstema demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê dikirin û wiha pêde çû:"Ji destpêka şoreşê heya roja me ya îro van kesayetan bi salan ked dan û pêşeng bûn, lewra ew bi zanebûn hatin hedefgirtin. AKP hêzekî ne tenê siyasî di aliyê birdozî de jî lingê wê ye esasî faşîzm, netewperestî, olperestî, dijminatiya jinê ye û wekî  birdoziya DAIŞ`ê bû."

‘DI SERÎ DE RÛSYA BERBIRSYAR Û SÛCDARÊ VÊ KOMKUJIYÊ YE’

Meral bal kişand ser parastina qada hewayî ya bajarê Kobanê ku di destê Rûsya de û anî ziman ku ne pêkan e ku bê destûr, agahiya Rûsya balafirên dewleta Tirk li herêmê bigerin û got: “Di serî de Rûsya berpirsyar û sûcdarê vê komkujiyê ye. Di heman demê bê agahiya Koalîsyona Navnetewî jî ev êriş pêk nehatiye. Bi zanebûn û erêkirina wan hêzan ev komkujî hat pêkanîn û hemû jî berpirsyar in."

Meral bilêv kir ku dewleta Tirk êrişên xwe li ser Kurdan taybet li ser jinan hemû qadan de berfirehtir kiriye û wiha berdewam kir: "Hem di hundir hem li ser Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin zêdetir kiriye. Destwerdana derve û dijberiya jinan nîşan dike ku dewleta Tirk di hûndir de xitimandinek gelek cidî dijî.  Seranserî Tirkiyê de rewşa qeyran tê jiyîn û ev rewş di her alî de xwe nîşan dide. Tundiya li dijî jinê, operasyona qirker li ser Kurdan, kuştin, operasyonên artêşa Tirk de diyar dibe ku dewleta Tirk bi rêya berfirehkirina qadên şer dixwazê vê rewşa xitimandinê xwe xilas bike. Bi van êriş û komkujiyan re hewl didin gelê herêmê teslîm bigirin û xwe xûrt nîşan bike. Bi van qetlîaman operasyonên feraseta çê dixwazin çê bikin. Rastiya xwe di bin van operasyona de vedişêre.  Ev êriş perçeyek ji şerê taybet e. Dewleta Tirk ber bi têkçûnê vê ye. Bersiva me ji bo qetlîama divê gelek xurt be taybet di nav jinên Kurd. Dive hemû jînên cîhanê xwedî li vê şoreşa jinan derkeve.”          

ANHA