​​​​​​​'Divê partiyên siyasî polîtîkayên Tirkiyê teşhîr bikin'

Nûnerê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê Til Hemîsê Mihemed El-Deham got: "Pêwîste partiyên siyasî yên Sûriyê rola xwe di teşhîrkirina siyaset û sûcên Tirkiyê yên jihevxistina tevna civaka Sûriyê û veguhertina herêmê qada şerekî navxweyî bilîzin."

​​​​​​​'Divê partiyên siyasî polîtîkayên Tirkiyê teşhîr bikin'
26 hezîran, 2020   23:41
QAMIŞLO – ŞIHAB EHMED

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide pergalên banga demokrasî û wekheviya navbera mezheb, netew û baweriyan ji holê rake. Lewra êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku tecrûbeya demokratîk lê biser ketiye.

Nûnerê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê navçeya Til Hemîsê Mihemed El-Deham diyar kir ku Tirkiye xeteriyeke domdar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Her çiqasî ku Rêveberiya Xweser gavên nû di rêya serkeftinê de avêt, hêrsa dewleta Tirk zêde bû. Ji ber Tirkiye demokrasiyê ji rejîma xwe ya dîktator re weke xeteriyekî dibîne.”

'QSD BERSIVA HEWLDANÊN XIRABKIRINA EWLEHIYA HERÊMÊ DIDE'

Mihemed El-Deham destndîşan kir ku şerê di navbera rejîma dîktator û rêveberiya demokratîk de şerekî dîrokî ye û wiha axivî: “Piştî têkbirina DAIŞ’ê û pêkanîna ewlehiya herêmê, dewleta Tirk hewl da bi rêya çeteyên xwe ewlehî û aramiya herêmê xirab bike. Lê bi saya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta niha ev hewldan tên bersivandin."

El-Deham bal kişand ser planên Tirkiyê yên li Sûriyê û ev tiştî diyar kir: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di aliyê erdîngariyê de tune bûn, dewleta Tirk dest bi qutkirina beşên ji xaka Sûryê kir. Bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi fekedariyên mezin hatibûn rizgarkirin. Tirkiyê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Armanca sereke ya Tirkiyê derbeyekê li tecrûbeya rêveberiya demokratîk bixe. Tirkiye sîstemeke demokratîk nêzî sînorê xwe naxwaze. Ji bo êriş bike hincetên nerast derdixîne. Herkes van planên Tirkiyê dizane. Dîroka Tirkiyê wê bersiva vê pirsê bide. Tirkiye dewleteke xwedî planên berfirehkirina dagirkeriyê ye û dîrok şahidê vê ye. Her çendî ku derfet bi destê wê ket qezenc dike, daku vê plane pêk bîne. Cîhan tevahî şahidê planên Tirkiyê yên li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê ye."

'DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ ROLA XWE YA TEŞHÎRKIRINA SIYASETÊN DEWLETA TIRK PÊK BÎNIN’

Nûnerê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê Til Hemîsê Mihemed El-Deham got: “Pêwîste partiyên siyasî yên Sûriyê rola xwe ya  teşhîrkirina siyaset û sûcên Tirkiyê yên jihevxistina tevna civaka Sûriyê û veguhertina herêmê qada şerekî navxweyî, bilîzin.”

El-Deham bang li rêxstinên mirovî, hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî kir ku hesab ji Tirkiyê bixwazin û got: "Tirkiye herêmên Sûriyê ji  xaka Sûriyê qut dike û tev li xaka xwe dike, ev hemû li dijî qanûnên navdewetî ne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FGVLnx4sSvU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>