'Ji ber rêveberiya hikumeta Sûriyê Rêveberiya Xweser nepejirand, kete ber cezayên Qeyser’

Mahir El-Temran bal kişand ser siyasetên rêveberiya hikumeta  Sûriyê got: "Ji ber ku rêveberiya hikumeta Sûriyê di hişmendiya xwe ya neqebûlkirina aliyên din de îsrar dike û projeya Rêveberiya Xweser ne pejirand, kete ber cezayên Qeyser."

'Ji ber rêveberiya hikumeta Sûriyê Rêveberiya Xweser nepejirand, kete ber cezayên Qeyser’
27 hezîran, 2020   03:05
REQA – EHMED EL-KEMIYAN

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk Mahîr El-Temran, encamên Qanûna Qeyser a li ser rêveberiya hikumeta Sûriyê, sûdgirtina Tirkiyê ji vê qanûnê, rola Rêveberiya Xweser û tedbîrên ku di vî warî de girtine, ji ANHA’yê re nirxand.

El-Temran di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiya hikumeta Sûriyê dê ji encamên Qanûna Qeyser bi awayek dijwar bandor bibe. Cezayên qanûnê di bibin sedema tevlîheviyek mezin û dê rêveberiya hikumeta Sûriyê ji alavên wê yên herî giring mehrûm bike. Rêveberiya hikumeta Sûriyê bi wan alavan desthilatdariya xwe diparast, li jiyana şêniyan dixist û welatî topbaran dikir. Rêveberiya hikumeta Sûriyê di siyaseta xwe ya serhişkbûn û dûrxistina aliyên din de israr dike. Mantiqê diyalogan nabersivîne û aliyên din înkar dike. Ji bo vemirandina şoreşê siyaseta tundiyê meşand, sivîl qetil kir û topbaran kirin. Ev hemû ew gihand rêyek xetimanî ji ber vê yê ceza li ser hatin ferzkirin da ku çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê qebûl bike û nehêle zêdetir xwîn were rijandin."

Mahir El-Temran wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya Xweser bi sîwana xwe ya siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hertim banga diyaloga sûrî-sûrî dike. Rêveberiya Xweser hertim bang dike ku divê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di çareserkirina aloziya Sûriyê de werin beşdarkirin. Lê hişmendiya rêveberiya hikumeta Sûriyê ya ezezîtî dewletê milkê xwe tenê dibîne û îradeya gel ji xwe re weke xeteriyê dibîne. Lewra dibîne ku divê îradeya gel were tunekirin û çareseriyê qebûl nake. Cezayên Qanûna Qeyser bi awayekî sereke girêdayî rêveberiya hikumeta Sûriyê ne, ji çek, cebilxane, lojîstîk û peterolê mehrûm dike. Qanûn cezayan li rêveberiyê, kesayet û şirketên alîgirê wê ferz dike, lê sivîl jî dê ji qanûnê bandor bibin.”

El-Temran bang li gelê Sûriyê kir ku di vê aloziyê de xeta Rêveberiya Xweser hilbijêrin û wiha pêde çû: “Ji ber ku xebata Rêveberiya Xweser xwe dispêre pirrengî û nevendîbûnê. Armanca vê rêbazê berjewendiyên gel, demokrasî û nirxê jiyan hevbeş û qebûlkirina aliyên din e. Di vê şêwaza rêveberiyê de Sûriye ya hemû pêkhateyên wê ye. Nenavendîbûn forma desthilatdariyê ye ku bi rakirina desthildariyê çareserî pêkane be.”

Mahir El-Temran ji ber ferzkirina pereyên tirkî li herêmên dagirkirî fikarê xwe anî ziman û got: "Tirkiye idia dike ku derbaskirina pereyên tirkî ji bo herêmên dagirkirî  ji bo alîkariya şêniyan e, da ku encamên cezayên qanûna Qeyser derbas bikin. Îdika dike ku dikeve xizmeta şêniyên wê herêmê. Lê  ya rast ferzkirina pereyê tirkî li wan herêman ji rewşa Sûriyê ya giştî dûr dixe. Di heman demê de şertên guhertnia rêvebirina civakî li wan herêman peyda dike û hîsê hemwelatîbûnê lawaz dike. Tirkiye di plana xwe ya pê difkire de, ku herêmêm dagirkirî tev li xaka xwe bike. Dê di vê planê de bibin bikeve. Şêniyên herêmên dagirkirî palana Tirkiyê ya îlhaqê dizanin, ji bilî vê ji kiryarên çeteyên wê yên talankirin û wêrankirin û hwd.. nefretê dikin.”

Mahir El-Temran tedbîrên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji ber Qanûna Qeyser girtine erênî nirxand û bal kişand ser zêdekirina mûçeypên karmendan û girêdana nirxê genim bi dolar û got: "Ev hemû îsbat dike ku rêveberiya berjewendiyê civakî, rûmeta diparêze û ji bo debara jiyana civakî dixebite."

ANHA