Komkujiyên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Rûsyayê hate şermezarkirin

Êriş û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser sivîlên herêmê li ber baregeha leşkerî ya Rûsya ya li gundê Îzaa yê rojavayê bajarê Kobanê hatin şermezarkirin.

Komkujiyên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Rûsyayê hate şermezarkirin
26 hezîran, 2020   18:52
KOBANÊ

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li gundê Helîncê ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan pêk anîbûn, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê çalakiyeke protestoyî li ber baregeha leşkerî ya Rûsya ya li gundê Îzaa ya rojavayê Kobanê li dar xist.

Şêniyan kîlometreyekî dûrî baregeha Rûsya kom bûn, pankartên wekî "Bêdengiya wê tê wateya hevkeriya we bi dewleta Tirk re di pêkanîna komkujiya gundê Helîncê", wêneyên şehîdên komkujiya gundê Helîncê û şehîdên komkujiya 25'ê Hezîranê 2015'an li Kobanê hilda bûn.

Şêniyên li gel diruşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ber bi baregeha Rûsya ve meşiyan.

 Şandeyek ji 5 kesan derbasî baregehê bûn û dosyayek radestî berpirsên baregehê kirin. Di dosya de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Kobanê, komkujiya 25'ê Hezîrana 2015 û komkujiya 23'ê Hezîranê ya li gundê Helîncê hatin parvekirin.

Şandeyê qederê saet û nîvekî bi berpirsên baregehê re hevdîtin kirin û dosya radestî wan kirin. Her wiha ji wan xwest ku li hemberî van komkujiyan helwesta xwe diyar bike.

Şandeyê diyar kir ku fermandarê polîsên leşkerî yê Rûsyayê diyar kir ku hebûna wan a li herêmê ji bo pêkanîna aştiyê û parastina sivîlan û gotin dê nameyê radestî aliyên têkildarî bikin. Fermandarê Rûsî her wiha soz da ku wê derbasê vê komkujiyê de lêpirsînê vekirin û nehêlin ku mîna vê komkujiyê pêk were.

Çalakî bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA