Çeteyên dewleta Tirk careke din agir bi zeviyan xistin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirekr careke din agir bi zevî  û darên zeytûnan ên gundên rojhilatê bajarê Babê xistin.

Çeteyên dewleta Tirk careke din agir bi zeviyan xistin
26 hezîran, 2020   19:05
MINBIC

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundên Sikeriyê û Kirêdiyê yên rojhilatê bajarê Babê bi cih bûn, di saetên nîvro de gule berdan zeviyan. Di encamê de zêdeyî 30 hektar zeviyên genim û darên zeytûnan ên gundên Torîn, Cebila Hemra û Biweyhîc bûn xwelî.

Tîmên agirkujiyê bi hevkariya şênî û hêzên leşkerî di nava zêdeyî 2 saetan agir vemirandin.

Çeteyan vê êvarê carek din agir bi zeviyên li derdora gundê Sikeriyê yê dagirkirî xistin  û zeviyên gundê Torîn ê rizgarkirî ji da ber agir.

Şewat heta niha didome, darên zeytûnan û daristan dişewitin.

Tîmên agirkujiyê nikare xwe bighîne cihê şewatê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9ON2Sh-XtN4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>